20:59 22 Gulan 2018
    Filistîn - Îsraîl

    Erebistana Siûdî: Em li dijî biryara DYAyê ya Qudsê ne

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikumeta Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê eşkere kir li dijî biryara DYAyê ne ya ku balyozxaneya xwe ji Tel Avivê veguhastin Qudsê.

    Endamên Lijneya Wezîran a Hikumeta Erebistana Siûdî, ji ajansa nûçeyan a dewletê re daxuyandin û bilêv kirin ku li dijî biryara DYAyê ne û biryara veguhastina balyozxaneyê red dikin.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Keyetî biryara veguhastina balyozxaneyê ya Qudsê red dike. Ev gavavêtin li dijî mafê filistîniyan yên di qada navdewletî hatine parastin e."

    Duh di vekirina balyozxaneya DYAyê ya li Qudsê, di navbera leşkerên Îsraîlê û çalakvanên fislitîniyan de pevçûn derketibûn, di encama pevçûnan de 59 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Zerîf: Civîna me ya li gel Mogheriniyê baş û avaker bû
    Peskov: Em ji ber kuştina filistîniyan bi fikar in
    Barzanî pîrozbahî li Sedirî kir
    Etîketan:
    quds, balyozxane, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de