06:53 26 Gulan 2018
Tevî hişyariyên leşkerên Îsraîlê bi hezaran filistînî li sînorê Xezzayê vekirina balyozxaneya DYAyê protesto kirin, bi ser sivîlan de ji jor de xaza rondikqirêş hat avêtin

‘Îsraîl sûcê şerî kiriye, divê bê darizandin'

© Sputnik / MOHAMMED ABED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Qasimî, bertekek bi nivîskî nîşanî êrîşa Îsraîlê ya dijî filistîniyan da ku di encamê herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest dan got, "Divê dewleta Îsraîlê wek sûcdarê şerî li dadgeha navdewletî bê darizandin."

Rayedarên îranî di daxuyaniyên xwe de, bertek nîşanî DYAyê dan ku balyozxaneya ji Tel Avivê veguhastin Qudsê. Herwiha rayedarên îranî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kirin ku di mijarê de însîyatîfekê bistînin.

Berdevkê hikumeta Îranê Muhammed Bakir Nobaht, di civîna çapemeniyê de daxwaz ji NYyî kir ku li dijî komkujiya Îsraîlê ya li ser filistîniyan bertekek guncaw nişan bidin.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zerîf li hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand Zerîf roja veguhastina balyozxaneya DYAyê wek roja şermê bi nav kir.

Bi heman mijarî:

Tehran: Kiryarên Amerîkayê wê bê bersiv nemînin
Amerîka wê li Koreya Bakur balyozxane veke gelo?
Tillerson: Bi îhtimeleke mezin balyozxane heta 2 salan nayê veguhastin
Filîstîn li Vatîkanê balyozxane vekir
DAIŞ: Em ê êrişî balyozxane û konslxaneyên Tirkiyeyê yên li seranserê cîhanê bikin
Etîketan:
xezze, pevçûn, şer, Cevad Zerîf, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de