17:47 23 Gulan 2018
    Piştî Balyozxaneya Amerîkayê ji bo Qudsê hat veguhastin li ser sînorê Xezzeyê pevçûn qewimîn

    Parlamenterê Îsraîlê bo bûyerên li Xezzeyê got: Guleyên me têra her kesî dikin

    © AFP 2018 / MAHMUD HAMS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dema ku balyozxaneya Amerîkayê ji bo Qudsê hat veguhastin, filistîniyan xwepêşandan li dar xistibû û di navbera wan û hêzên Îsraîlê de pevçûn qewimî bû û gelek filistînî hatibûn kuştin. Serokê Komîteya Parastinê yê li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) Avi Dichter, kuştina gelek filistîniyên di dema van pevçûnan de parast.

    Beriya ku Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê ji bo Qudsê were veguhastin, li ser sînorê Xezzeyê ji aliyê filistîniyan ve xwepêşandan hatin lidarxistin û di navbera wan xwepêşander û hêzên Îsraîlê de pevçûn qewimî. Di encama van pevçûnan de 59 filistînî canê xwe da û ev yek rastî nerazîbûna civaka navdewletî hat.

    Serokê Komîteya Parastinê yê Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) Avi Dichter derbarê mijarê de ji bo televîzyona Hadashot a Îsraîlê axivî û di axaftina xwe de bûyerên qewimîn parast û got, artêşa Îsraîlê her dem ‘amade' ye.

    Dichter, ku endamê partiya desthilat a bi navê Likud e, ji bo bûyeran anî ziman ku, "Xezzeyî nikarin sînor derbas bikin" û got, "Guleyên artêşa Îsraîlê têra her kesî dike".

    Dichter herwisa ev tişt gotin, "Hêzên ewlehiyê wê leşkeran nexin rewşeke metirsîdar. Di rewşên pêwîst de teqez mafdar in ku ji bo kuştinê guleyan bi ser sivîlan biparêzin."

    Parlamenterê Îsraîlê ligel vê yeke parast ku "Hamas dixwaze li Şerîaya Rojava jî îsyanê derxîne."

    Bi heman mijarî:

    NYyê banga rawestandina tundiya bêpîvan li Îsraîlê kir
    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Wêneyê Pantsir-S1 ya ku Îsraîlê li Sûriyê îmha kiribû hat parvekirin
    Pisporên rûsî eşkere kirin: Pantsir-S1a ku Îsraîlê rûxand ne aktîf bû
    Artêşa Îsraîlê dîmenên êrîşa li dijî Pantsir-S1ê parve kir
    Etîketan:
    Serokê Komîteya Parastinê yê Parlamentoya Îsraîlê, Avi Dichter, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de