16:58 26 Gulan 2018
Helîkopter

Milîtanan kontrola piraniya bajêr bi dest xist: Pevçûn bi dijwarî dewam dikin

© AFP 2018 / SHAH MARAI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina Talîbanê bi çekên giran êrişî bajarê Ferah ê Afganistanê kir û Midûriyeta Ewlehî ya Netewî jî di nav de gelek herêm bi dest xistin.

Bajarê Ferah ê Afganistanê rastî êrişa milîtanên Talîbanê hat. Milîtanan bi çekên giran êrişî hêzên ewlehî yên Afganistanê kir û Midûriyeta Ewlehî jî di nav de kontrola gelek cihan bi dest xist. Li gor şêniyên bajêr eger hikûmet hêzeke zêde neşîne wê Talîban temamê kontrola bajêr bi dest bixe.

Li gor agahiyan xelkên sivîl bajêr diterikînin û pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de dewam dikin. Hêzên Afganistanê rojên borî li bajarê Ferahê operasyon li dar xistibû lê di rawestandina milîtanên Talîbanê de bi ser neketibû.

Li gor daxuyaniya berpirsên afganî, tenê di nava 19 rojên dawî de 2 hezar û 700 êriş li hemberî hêzên ewlehî pêk hatin.

Bi heman mijarî:

Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
Etîketan:
Rêxistina Talîbanê, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de