17:32 23 Gulan 2018
    Filistîn - Xezze

    Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Bûyerên ku li Xezzeyê diqewimin sûcên şerî ne

    © REUTERS / Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Efû ya Navneteweyî di raporta xwe de ji bo bûyerên Xezzeyê bertek nîşanî Îsraîlê da û ragihand ku ev sûcê şerî ye.

    Benyamîn Netanyahu
    © REUTERS / Jaime Saldarriaga
    Rêxistinê di raporta xwe de ku ji bo bûyerên tundûtujî yên Xezzeyê amade kiribû de got: "Tiştê ku li Xezzeyê diqewime rasterast îxlala hiqûqa navneteweyî û sûcê şerî ye. Divê berpirsên îsraîlî li Xezzeyê dev ji tundûtujiyê berde."

    Di çalekiya Meşa Vegera Mezin a filistiniyan de heta niha 59 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

    Herwiha Rêxistina Rizgariya Filistînê îro ji bo filistîniyên ku ji aliyê hêzên ewlehî yên îsraîlî ve hatin kuştin wê li seranserê welat çalekiyan li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê destûr neda KENY bûyerên Xezzeyê vekolîne
    Balafirên Îsraîlê êrişî Xezzeyê kirin
    Moşeka ku ji Xezzeyê hat avêtin li niştecihekî yahudiyan ket
    Îsraîlê: Ji Xezzeyê 3 moşek hatin avêtin
    ‘Ji Xezzeyê 2 moşek avêtin Îsraîlê'
    Îsraîlê herdu deriyên sînor ê Xezzeyê girtin
    Etîketan:
    Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de