18:08 21 Gulan 2018
    Moşek

    Milîsan dîsa bi moşekan êrişî Cazanê kir

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîsên husî bi moşekên balîstîk êrişî Cazana Erebistana Siûdî kirin. Moşek li derveyê bajêr li cihekî vala ket.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) berdevkê Koalîsyona Erebî Turkî el-Malikî di axaftina xwe de ragihand milîsên husî ku Îran piştgiriya wan dike bi moşekên balîstîk êrişî bajarê Cazan a herêma Sadayê kirin.

    Turkî el-Malikî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Moşeka balîstîk sivîlên niştecih ên Cazanê hedef girtibûn, lê derveyê bajêr li cihekî vala ket."

    Ji aliyê din ve li gor nûçeya televîzyona el-Mesîre ya milîsên husî şirketa petrol a Aramco ya Erebistana Siûdî bi moşekên balîstîk hedef hatiye girtin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê husî Siûdî û Îmarat tehdîd kir: Bila welatî ji navendên leşkerî dûr bibin
    El Husî: Moşekên me yên balîstîk digihîjin qesra Qral Selman
    Şerê husî û hevalbendên Salih gur bû: Bi 10an kuştî
    Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
    Etîketan:
    Milîsên husî, Turkî el-Malikî, Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de