20:53 20 Gulan 2018
    Keça Serokê Amerîkayê Trump, Ivanka Trump û Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin bîrdariya îthafê ya Trumpî li Qûdsê

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Qûdsê bi merasîmekê hat vekirin

    © REUTERS / Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya 6ê Berfanbarê ku Qûds wek ‘paytexta Îsraîlê' nas kiribû, 5 meh û nîv bi şûnde Balyozxaneya Amerîkayê ji Telavîvê bo Qûdsê tê veguhestin. Di merasîmê salvegera damezirandina 70mîn ya Îsraîlê de keç û zavayê Trumpî jî beşdar dibin.

    Konsulxaneya Amerîkayê êdî dê weke Balyozxaneya Amerîkayê li Qûdsê xizmetê bike. Trump şêwirmendê xwe yê rûhanî rahîbê Bapitsit ku amajê dike ku ‘dê cihû biçine cehnimê' Robert Jeffress jî şande merasîmê. Jeffress wek kesê duyemîn derket kursî û axaftinek kir.

    Bi vê helkeftê tevî şandeya amerîkî û îsraîlî nûnerên zêdetirî 30 welatan jî beşdarî rê û resmê dibin.

    ​Trump bi rêya vîdeokonferansê got, "Serkeftin. Ev hewildaneke mezin bû" û bal kişande ser wê yekê ku di demeke dirêj de balyozxane hatiye vekirin û wiha pê çû, "weke her welatan mafê Îsraîlê jî heye ku di warê paytextbûnê de biryar bide. Trump amajê pê kir ku ji xwe Îsraîl ji Qûdsê tê birêvebirin û biryara pejirandina vê yekê mafê Îsraîlê ye."

    Trump soz da ku statukaya Harem-uş Şerîfê, Kubbet-us Sehrayê were parastin û dê piştgiriya Amerîkayê bo Îsraîlê dewam bike.

    Trump piştî ku axaftina wî hat belavkirin bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ev peyamn parve kir: "Ji bo Îsraîlê rojeke girîng. Serkeftin!"

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ji şanda Amerîkî re got, "Ji we baştit dostekî me tune ye, hûn ligel Îsraîl û Qûdsê ne."

    Netanyahu ji keça Trump û zavayê wî re got, "Tevî rêveberiya Trumpî hebûna we ya îro li vir û piştgiriya we ya şexsî gelek bi qîmet e."

    Serokê îsraîlî amajê pê kir ku "çi rojeke bêhempa, çi rojeke serfiraz û dîrokî ye" û ji Trumpî re got, "we dîrok nivîsand."

    Netanyahu, "Rojeke dîrokî ku dê bi salan di bîr û boçûnên me de neyê jibîrkirin." û lê zêde ki: "Çiyayê Haremuş-Şerif di destê me de ye. Em li Qûdsê ne. Artêşa Îsraîlê me diparêze." Gotinên Netanyahu bi dirûşm û çepikan qut bû.

    Bi heman mijarî:

    Welatekî din balyozxaneya xwe ya Îsraîlê dibe Qûdsê
    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim
    Amerîka meha gulanê balyozxaneya Îsraîlê ya Qûdsê vedike
    Dijberiya Îsraîlê: Divê di rêveberiya El Eqsa û Qûdsê de Erebistana Siûdî rol bilîze
    Îranê tevahiya Qûdsê weke ‘Paytexta Filistînê' nas kir
    Etîketan:
    Balyozxaneya Amerîkayê li Qûdsê, Merasîm, Qûds, Benyamin Netanyahu, Ivanka Trump, Donald Trump, Amerîka, Qûds
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de