17:07 24 Gulan 2018
    Quds

    Kremlînê bertek da biryara Amerîkayê bo Qudsê: Em bi fikar in

    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku ji zêdebûna rageşiya li herêmê ji ber veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê bi fikar in.

    Ji Peskov hat pirsîn ku hûn ji veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê piştî erêkirina Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, bi fikar in an ne? Berdevkê Kremlînê got: "Belê rast e, em ji vê yekê bi endîşene. Me beriya niha jî gotibû."

    Balyozxaneya Amerîkayê ya Qudsê îro bi beşdarbûna Ivanka Trump û hevserê wê Jared Kushner ve dê vebe. Donald Trumpê ku qîz û zavayê xwe şand vekirina balyozxaneyê û dê bi xwe jî bi rêya vîdyo konferansê axaftinekê bike. Herwiha vekirina balyozxaneyê bi saeta Hewlêrê di saet 16:00an de pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya Amerîkayê ya Qudsê vebû: Di encama bûyeran de herî kêm 52 kes mirin
    Li ser rêyên Qudsê lewheyên Balyozxaneya DYAyê hatin daliqandin
    Japonya dê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê nebe Qudsê
    Ebbas: Bê Qudsê ne aştî û ne jî dewlet çêdibe
    Çekya konsolxaneya xwe ya li Qudsê ji nû ve vedike
    Etîketan:
    rageşî, bertek, Kremlîn, donald Trump, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de