16:38 20 Gulan 2018
    Tevî hişyariyên leşkerên Îsraîlê bi hezaran filistînî li sînorê Xezzayê vekirina balyozxaneya DYAyê protesto kirin, bi ser sivîlan de ji jor de xaza rondikqirêş hat avêtin

    Balyozxaneya Amerîkayê ya Qudsê vebû: Di encama bûyeran de herî kêm 52 kes mirin

    © Sputnik / MOHAMMED ABED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya DYAyê ya Qudsê îro bi beşdarbûna keça Trump, Ivanka Trump û hevserê wê Jared Kushner ve hat vekirin. Di hundirê rojê de li dijî protestoyên filistîniyan leşkerên Îsraîlê bi tund tevgeriya, gelek kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar hene. Ji aliyê din ve li herêmê pevçûn ragêşî berdewam e. Hejmara miriyan ji 50î derbas bû.

    18.53: Hejmara miriyên li Xazzeyê derkete 52yan. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 1204 filistînî bi teqeyên îsraîlî birîndar bûne ku ji wana rewşa 116an giran e. 1200 filistînî jî xaz jî di nav de di êrişên din de birîndar bûn. El Cezîreya qeterî ragihand ku di nava birîndaran de peyamnêrên wan jî heye.

    18.52: Hejmara miriyên li Xezzeyê derkete 45an.

    17.26: Medya tirkî ragihand ku hejmara kuştiyên filistînî derkete 43yan.

    17.00: HDP: Em bangî Hikûmeta Îsraîlê dikin ku bo gelên Filistîn û Îsraîlê di nava aştiyê de bijîn bi aram tevbigere, ji tevgerên ku dê bibin sedema provakatîfan dûr bisekinin. Em têkoşîna filistîniyan bo azadiyê mafdar dibînin û piştevaniya wan dikin.

    16.30: Rêxistina Azadiya Filistînê bo şîngirtina kesên di pevçûnan de hatin kuştin li tevahiya axa Filistînê grev ragihand. Li Şerîaya Rojava pevçûnên di navbera leşkerên Îsraîl û filistîniyan de didom in.

    16.24: Wezareta Tenduristiyê ya Xezzayê hejmara miriyan wek 41 kesî eşkere kir û got herî kêm 5 kes di bin temenê 18 salî de ne, ji kuştiyan yek keç e. Ji birîndaran rewşa 722 cidî ye, 86 kes jî giran birîndar in.

    15.45: Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê êrîşa leşkerên Îsraîlê û kuştina filistîniyan de got: "Şermazarkirin bi tenê têrê nake, êdî divê gavên havpar bên avêtin." Çavuşoglu eşkere kir ku Yekîtiya Erebî û ya Yekîtiya hevkar a Îslamê divê helwestek ber bi çav nîşan bide.

    15.42: Dîmenên jina temen mezin a filistînî li paş dû ya ku bilind bû ye keviran diavêje leşkerên Îsraîlê li ser medyaya civakî belav bû. Herwiha di pevçûnan de heta niha 37 kes hatin kuştin, nêzî 1800î jî kes jî birînda bûne.

    15.36: Berdevkê hikumeta Filistînê Yusuf Mahmud bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê da û got: "Îsraîl komkujiyê li dijî filistîniyên ku bi qehramanî li dijî dagirkeriya Îsraîlê têdikoşin pêk tîne, divê civaka navdewletî mudaxleyî vê komkujiyê bike."

    15.30: Yek ji welatê Amerîkaya Navîn Guatamala, daxuyand ku barkirina balyozxaneya xwe ya Qudsê qedandin e, herwiha roja çarşemê dê fermî bê vekirin.

    15.30: AFP: Li sînorê Xezzayê hejmara miriyên filistîniyan derket 37an, bi sedan birîndar hene.

    15.07: Li sînorê Xezzayê hejmara filistîniyên ku hatin kuştin derket 28an. Roja vekirina balyozxaneya DYAyê ya li Qudsê, bi hejmara miriyên ku li herêmê di rojekê de hatine kuştin dê bikeve dîrokê.

    14.53: AFP a frensî ragihand ku li sînorê Xezzayê hejmara miriyên filistîniyan derket 25an.

    14.26: Hîva Sor a Filistînê daxuyand ku hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê bi fîşekên rasteqîn û bi xaza rondikqirêş êrîşî sivîlan dikin, ji birîndaran 253 kes bi fîşekên ratseqîn hatin birîndarkirin.

    14.21: Hejmera miriyên filistînî derket 18an. Di nav kuştiyan de zarokekî 14 salî jî heye.

    14.00: Hejmera miriyên filistînî derket 16an.

    Tevî hişyariyên leşkerên Îsraîlê bi hezaran filistînî li sînorê Xezzayê vekirina balyozxaneya DYAyê protesto kirin, di pevçûnan de mirî hene, bi sedan kes jî birîndar bûn.
    © Sputnik / Ibraheem Abu Mustafa
    Tevî hişyariyên leşkerên Îsraîlê bi hezaran filistînî li sînorê Xezzayê vekirina balyozxaneya DYAyê protesto kirin, di pevçûnan de mirî hene, bi sedan kes jî birîndar bûn.

    13.38: Di êrîşa dijî çalakvanên filistînî yên li sînorê Xezzayê 9 kes mirin ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.

    13.24: Li dijî 15 hezar filistîniyên ku xwestin ber bi sînorê Xezzayê ve bimeşin rastî êrîşek tund ya leşkerên Îsraîlê hatin. Hejmera sivîlên ku hatin kuştin derketin 7an, bi sedan birîndar hene.

    12.49: Rojnameya Haaretzê ragihand ku li taxa Şoafat a Qudsa Rojhilat lastîkên 26 ewsaîtan hatine teqandin û li ser dîwarên taxê ‘Rabin ser xxwe' nivîsandine û bi ser malek cihû de molotof hatiye avêtin, herwiha derbarê bûyeran de lêpirsîn didiomin.

    Li sînorê Xezzayê protestoyên bo vekirina balyoza DYAyê
    © Sputnik / Mohammed Salem
    Li sînorê Xezzayê protestoyên bo vekirina balyoza DYAyê

    HEJMARA MIRIYAN DERKET DUDUYAN

    12.47: Piştî biryara serokê DYAyê Donald Trump ku Quds wek paytextê Îsraîlê pejirand û îro bi merasîmek fermî dê vebe, li herêmê bû sedema pevçûnan. Li gor ragihandina Rojnameya Haaretz di pevçûnên li sînorê Xazeyê de hejmara miriyên filistînî derket duduyan.

    ​DYAyê îro dê balyozxaneya zwe ya Qudsê bi merasîmek fermî veke. Ji gellek welatên ewropayê dê nûner beşdarî merasîmê nebin. Macaristan, Romanya û Çekyaya ku li ba DYAyê cih digrin di merasîmê de wê amade bin. Ji bo vekirina balyozxaneya DYAyê ya Qudsê Ivanka Trump û hevserê wê Jared Kushner jî dê beşdar bibin.

    ​Ji aliyê din ve jî ajansên navneteweyî ragihandin ku li sînorê Xazeyê pevçûnan dest pê kirine. Rojnameya Haaretzê eşkere kir k udi êrîşa leşkerên îsraîlî de herî kêm sîvilên filistînî brîndar bûne.

    Rojnameya Haaretzê lîsteya 32 dewletên ku nûnerên xwe dê bişînin vekirina balyozxaneyê weşand: "Cezayir, Angola, Avûstûrya, Kamerun, Komariya Demokratîk a Kongoyê, Peravên Diranfîlan, Çekya, Komariya Domînîk, El Salvador, Etiyopya, Gurcistan, Guatemala, Honduras, Macaristan, Kenya, Makedonya, Myanmar, Nijerya, Panama, Peru, Filîpînan, Romanya, Ruanda, Sirbistan, Sudana Başûr, Tayland, Ûkrayna, Vîetnam, Paragûay, Tanzanya û Zambîa."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka wê li Koreya Bakur balyozxane veke gelo?
    Tillerson: Bi îhtimeleke mezin balyozxane heta 2 salan nayê veguhastin
    Filîstîn li Vatîkanê balyozxane vekir
    DAIŞ: Em ê êrişî balyozxane û konslxaneyên Tirkiyeyê yên li seranserê cîhanê bikin
    Etîketan:
    filistîn, dya, balyozxane, quds, Ivanka Trump û Jared Kushner, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de