14:17 23 Gulan 2018
    Filistîn

    Hemas: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin

    © AP Photo / Ariel Schalit
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji serokê Hemasê Mehmûd el-Zahar di axaftina xwe de ragihand ku hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe yên Xezzeyê bidomînin.

    Yek ji serokê Hemasê Mehmûd el-Zahar di hevpeyvîna xwe ya televîzyona el-Meyadînê de got: "Divê her kes li dijî Rêvebiriya Dewlet a Filistînê ku bi rejima Îsraîlê re hevkariyê dike derkeve. Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe yên Xezzeyê bidomînin."

    Herwiha Komîteya Netewî ya Bilind di daxuyaniya xwe de ji bo Meşa Vegera Mezin got: "Em ji hemwelatiyên filistinî daxwaz dikin ku roja înê ji bo Şeriaya Rojava, Xezze û Qudsê tevlî Meşa Vegera Mezin bibin."

    Hêjayî gotinê ye ku filistiniyên li Şerideya Xezzeyê ji 30ê Adarê ve çalekiyên Meşa Vegera Mezin li dar dixin û heta niha bi dehan filistinî ji aliyê hêzên ewlehî yên îsraîlî ve hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li nêzî konvoya Serokwezîrê Filistinê teqîn pêk hat
    Serokê Filistînê ji cihûyan lêborîn xwest
    Mehmûd Ebbas ji bo ‘Serokatiya Dewleta' Filistînê hat hilbijartin
    Artêşa Îsraîlê li hêzên deryayî yên Filistînê xistin
    Li Filistînê rojnamevanekî hat kuştin
    Etîketan:
    Hemas, Mehmûd el-Zahar, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de