11:13 24 Gulan 2018
    Li Efxanistanê êrîş pêk hat

    Li Efxanistanê êrîşa xwekujî û çekdarî pêk hat: 12 kesan canê xwe da

    © REUTERS / Omar Sobhani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li rojhilatê Efxanistanê li bajarê CelalabadÊ li hemberî avahiya Rêveberiya Darayî êrîşa xwekujî û çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest daye.

    Berdevkê Parêzgariya Nangarharê Ataûllah Hogyanî diyar kir ku bi tevahî 8 êrîşkar hebûn û 2 kesên ji wan li ber deriyÊ Rêveberiya Darayî xwe teqandin û piştî teqînê jî her 6 kesên din êrîşê ava kir û di hundir acahiyê de şer qewimî.

    Hogyani anî ziman ku şerê nav avahiyê bi saetan berdewam kir lê di encamê de hemû êrîşkar hatin bêbandorkirin û di encama êrîşê de sivîl jî di nav de, bi tevahî 12 kesan canê xwe ji dest da.

    Ataûllah Hogyanî diyar kir ku di êrîşê 36 kes jî birîndar bûne û birîna hinek kesên ji wan giran e.

    Heta niha hêj ti kesî an jî alî êrîş negirtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 30 kes mir û birîndar bûn
    Teqîn li Efxanistanê: 26 mirî û 18 birîndar
    Li Efxanistanê erdhejeke mezin pêk hat
    Li Efxanistanê 19 endamên Talîbanê hatin kuştin
    Pûtîn: Me biryar da ku em sînorê Tacikistan-Efxanistanê bi baregeha Rûsî biparêzin
    NY: Di sala 2016an de, hejmara kuştina sivîlan li Efxanistanê, derket asta herî bilind
    Etîketan:
    êrîşa xwekujî û çekdarî, Rêveberiya Darayî ya Efxanistanê, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de