17:08 24 Gulan 2018
     Beşar Esad

    Ji Îranê rexneya Esad: Ew bi xêra me heta niha maye

    © Sputnik /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê Komîteya Ewlekariyê û Siyseta Derve di Parlamena Îranê de Hişmetullah Felahet Pîşe, helwesta Serokê Sûriyeyê Beşar Esad a derbarê êrîşên Îsraîlê de rexne kir û got, “Ew bi xêra şêwirmendên Îranî heya niha li ser kar maye.”

    Hêzên Ewlekariya Îranê
    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Hişmetullah Felahet Pîşe, ji medya îranî re axivî û gotinên, Beşar Esad ên piştî êrîşên Îsraîlê ku gotibû, "Ez ji welatên navçeyê dixwazim ku Sûriyê ji xwe re nekin meydana şer" rexne kir.

    Rayedarê îranî got: "Armanca êrîşa Israîlê şêwirmendên Îranî bû û helwesta Beşar Esed beramberî wê yekê nerênîbû ku got: Ez ji welatên navçeyê dixwazim ku Sûrya ji xwe re nekin meydana şer."

    Pîşe destnîşan kir, "Mayîna Esed heya niha bi xêra şêwirmendên Îranî ye, ev serê şeş salan e Îran qurbaniyan ji bo parastina wî dide."

    Bi heman mijarî:

    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
    Welatiyê kerr ê çû leşkeriyê: Bi min bawer nedikirin ku ez nabihîzim
    Yekîneyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi peywira dewriyeyê kir
    Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket
    Encamên destpêkê yên dengdana parêzgehan hatin ragihandin
    Etîketan:
    Beşar Esad, Îsraîl, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de