16:51 20 Gulan 2018
    Êrîşa moşekî ya li Şamê

    ‘Di êrişa Îsraîla ya dijî Sûriyeyê de 11 îranî hatin kuştin'

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor îdîayan di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê li hemberî Sûriyeyê de ku bersiva êrişa Çiyayê Golanê dabû 11 îranî hatin kuştin.

    Nûçeya îdîaya kuştina 11 îraniyan ji aliyê Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyeyê ku navenda wê li Londrayê ye hat parvekirin. Rêvebirê rewangehê Ramî Ebdurrehman di daxuyaniya xwe de got: "Di êrişa roja pênçşemê de 27 çekdarên nêzîkî hikûmetê hatin kuştin."

    Ramî Ebdurehman di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di êrişa hewayî ya Îsraîlê de 6 jê leşkerê sûriyeyî, 11 îranî bi tevahî 21 çekdar hatin kuştin."

    Rewangehê ji bo êrişa berê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku 23 çekdarên nêzîkî hikûmetê hatin kuştin.

    Herwiha rojnamevanê sûriyeyî Fadî Maruf jî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de gotibû hedefên Sûriyeyê ku Îsraîlê êrişî wan kir ji sedî sed ên Sûriyeyê bûn û li wir ti kesên Îranê nehatiye kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê dîmenên êrîşa li dijî Pantsir-S1ê parve kir
    Îran: Bêdengiya civaka navdewletî, Îsraîlê bi cesaret dike
    Bahreyn: Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî Îranê xwe biparêze
    Artêşa Îsraîlê bo Îranê: Li heremê rakeşiyê aloztir nekin
    Erdogan: Li herdu cîhanê em ê ji rêvebiriya Îsraîlê gilîdar bin
    Etîketan:
    Êrişa ÎsraÎl a Sûriyeyê, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de