06:57 26 Gulan 2018
Îsraîl - Benjamin Netanyahu - Serokê Îstaxbaratê Israel Katz

Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû

© REUTERS / Abir Sultan/Pool
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz li ser nûçeyên ku Rûsya plana radestkirina S-300an bo Sûriyeyê nake, kêfxweşiya xwe anî ziman û got, ev rêzgirtina bo pêwendiyên Rûsya-Îsraîlê ye.

Katz nûçeya Izvestiyayê ya daxuyaniya cîgirê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê ji karûbarên leşkerî û teknîkî berpirs Vladimîr Kojîn ji Spûtnîkê re nirxand.

Wezîrê îsraîlî got, "Li vê derê dibînim ku rêzgirtina bo pêwendiyên welatên me, xwe daye der. Herwiha dibînim ku berjewendiyên herdu aliyan li ber çavan hatine girtin."

Katz diyar kir ku hebûna Îranê li Sûriyeyê ji bo Îsraîlê û Rojhilata Navîn gef e û wiha pê de çû: "Ev mesele bi derxistina Îranê ji Sûriyeyê çareser dibe. Dê dewleta Îsraîlê ji bo ewlekariya xwe û astengkirina hebûna hêzên Îranê li Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bike."

Hêjayî gotinê ye, rayedarên îsraîlî bersivê nadin pirsa ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû di serdana xwe ya 9ê Gulanê ya Moskowê de, mijara S-300an aniye rojevê yan na.

Bi heman mijarî:

6 partî û rêxistinên çepgir piştgiriya xwe bo HDPê ragihandin
Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin
Du zarokên Batmanî yên ji mal reviyabûn li Kapadokyayê derketin
Çîn: Em hêvî dikin ku Tirkiye piştgiriyê bide yekparçebûna Sûriyê
YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
Etîketan:
Israel Katz, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de