11:13 24 Gulan 2018
    YPG-Efrîn

    YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin

    © REUTERS / Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 40

    Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amarên şerê 9 rojên dawî yên li Efrînê û derdora wê eşkere kirin û ragihand ku 15 leşkerên Tirkiyê û hêzên çekdar ên girêdayî wê hatine kuştin.

    Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihaniye ku di navbera 29ê Nîsanê û 8ê Gulana 2018an de, li çend navçeyên girêdayî Efrînê û li nav taxa Mehmûdiyê ya li navenda Efrînê, şervanên wan li dijî hedefên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên girêdayî wê (ASA) êrîş pêk anîne.

    ‘15 LEŞKERÊN TIRKIYÊ Û HÊZÊN ÇEKDAR ÊN GIRÊDAYÎ WAN HATINE KUŞTIN'

    Li gorî daxuyaniyê YPGê di encamdanê de 15 leşkerên Tirkiyê û ASAyê hatine kuştin û herî kêm 5 leşker û çekdarên din jî birîndar bûne. 

    Li gorî daxuyniyên YPGê tevî van wendahiyan ji destpêka şerê li dijî Efrînê û ta niha hejmara leşkerên tirk û hêzên çekdar ên girêdayî wan derketiye 2436an.

    Hejayî gotinê ye ku derbarê van amaran de heta niha ne Artêşa Tirkiyê, ne jî aliyên çekdar yên girêdayî wê ti daxuyanî nedane.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
    Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
    'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
    Etîketan:
    Navenda Ragihandinê, Amar, Daxuyanî, ASA, TSK, YPG, Bakurê Sûriye, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de