14:17 23 Gulan 2018
    Bexda-Erbîl

    Balyozê Iraqê: Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bûn

    © Sputnik / Ali Al-Saadi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Mensûr Hadî eşkere kir ku nakokiyên ji ber referandûma serxebûnê ya salaborî di navbera Iraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê de rû dabûn hatin çareserkirin, Hewlêr û Bexda dê bi koordîne tevbigerin.

    Balyozê Iraqê yê Rûsyayê Mensûr Hadî di zîrweya Rûsya-Îslamê de axivî: "Referandûm li paş ma, hem Bexda hem jî Hewlêr pirsgirêk çareser kirin. Hikumeta federal ya li Bexdayê bi hikumeta li Erbîlê re bi koordîne tevdigerin."

    Hadî derbarê girtina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê de jî got ku demkî ye, piştî demekê dê bên vekirin.

    Ji aliyê din ve Hadî destnîşan kir ku di sala 2107an de li Iraqê serfiraziya li dijî DAIŞê mayinde ye, herwiha hin komên çekdarên DAIŞê hene lê ez bawerim dê bi alîkariya gelê Iraqê bên pakijkirin. Balyozê Iraqê da zanîn ku çekdarên ku girêdayî DAIŞê pir hindik mane, artêş û hêzên çekdar bo dîtina wan endaman xebatan dimeşînin.

    Bi heman mijarî:

    YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
    Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir
    Îran: Îsraîl tevgerekê bodelî bike wê Tel Avîv û Heyfa ji holê rabe
    Li Şirnex û Dêrsîmê teqîn: Leşkerekî tirk mir û hejmarek leşker jî birîndar bûn
    Etîketan:
    referandûm, serxebûn, nakokî, pirsgirêk, herem, Mansur Hadi, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de