04:37 28 Gulan 2018
Avigdor Liberman-Wezîrê Berevaniya Îsarîlê

Liberman bangî Esad kir: Îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin

© Sputnik / JACK GUEZ
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî îdiaya Îsraîlê ku daxuyand li hedefên Îranê yên li Sûriyeyê dane, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman li Girê Golanê peyamek ji serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re şand. Liberman, "îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin, ne alîkarê we nin."

Wezîrê Berevaniya Îsarîlê Avigdor Liberman serdana herema Katzrin ya li Girê Golanê kir û piştî ku got Îsraîlê êrîş biriye ser baregehên Îranê yên li Sûriyeyê, bangî serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad kir: "îraniyan ji Sûriyeyê biqewirînin."

Liberman: "Ez dikarim vê fersendê bo peyamekê ji Esad re bişînim binirxînim, îraniyan biqewirînin. Ew ji alîkariyê bêtir zirarê didin we, hebûna wan bi tenê zirar e."

Libermanê ku got Îsraîl ne li pêy gengeşiyê ye wiha dewam kir, "Ne em hatin sînorê Îranê, ew hatin vir."

Li dijî êrîşa bi 20 moşekan ya li ser baregehên girê Golanê, Îsraîlê daxuyand ku êrîş birine ser 70 hedefên aîdî Îranê yên li Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike
'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'
Serokomarê Libnanê: Îsraîl misilman û xrîstiyanan tehcîr dike
Lavrov: Him Îran û him Îsraîl jî naxwazin rageşiyê zêde bikin
Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin
Etîketan:
parastin, moşek, şer, pevçûn, Avigdor Liberman, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de