17:08 24 Gulan 2018
    Ala Erebistana Siûdiyê

    'Îsraîl dixwaze ku Erebistana Siûdî ji qula xwe derkeve û şerê Îranê bike'

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî bûyerên dawî yên li erda Sûriyeyê yê navbera Îran û Sûriyeyê, Îsraîlê bangî Erebistana Siûdî û dewletên kendavê kir ku piştgiriyê bidin da ku li dijî 'neyarê xwe yê hevpar Îran' şer bikin .

    Li gorî rojnameya îsraîlî ya Yedioth Ahronoth ragihand ku piştî ku hêzên Artêşa Sûriyeyê û yên Artêşa Îsraîlê roja çarşemê şer kiribû, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Libermanî îdîa kiribû ku hema hema li hemû bingehên Îranê yên li Sûriyeyê xistine.

    Wezîrê îsraîlî hişyarî dabû ku îraniyên bi piranî şîî li nêzîkî wan zêde çalak dibin û bangî dewletên kendavê kir ku tev li Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bibin û pişştgiriyê bidin helwesta Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî ku bi tundî li dijî Îranê ye.

    Herwiha Libermanî gotiye, 'kê piştgirî da biryara Trumpî ya vekişîna ji peymana nûkleerî ya Îranê? Îsraîl, Erebistana Siûdî û dewletên kendavê.

    wezîrê îsraîlî wiha berdewam kiriye: "Lewra ez bawer dikim ku dem hatiye ku ew dewletên nerme 'ji qulên xwe derkevin' û eşkere biaxivin. Wek çawa mihwerekî şerî heye, êdî dem hatiye ku li Rojhilata Navîn mihwerekî dewletên nerme hebe."

    TÊKILIYÊN DEWLETÊN EREBÎ Û ÎSRAÎLÊ

    Hêjayî gotinê ye ku ji sala Îsraîl hatiye damezirandin(1948) û heta niha ti têkiliyên dewletên kendavê li gel Îsraîlê tine bûn ku di encama damezirandina wê de, çend şer di navbera dewletên erebî û Îsraîlê de çêbûn û Erebistana Siûdî jî piştgirî da wan dewletan. Lê niha Erebistana Siûdî bêtir berê xwe daye Îranê û hewl dide bandora wê bişkîne.

    Erebistana Siûdî Îranê tawanbar dike ku moşek û çekan dide koma Ensarulahê ya hûsiyan li Yemenê û herwiha dibêje ku Tehran bi xwe jî tev li şerê Yemenê dibe û piştgiriyê dide aloziyên li Behreynê.

    BEHREYNÊ PIŞTGIRÎ DA ÎSRAÎLÊ

    Wezîrê Derve yê Behreynê Xalid bin Ehmed bin Muhemed Al Xelîfe roja pêncşemê daxuyaniyek dabû û gotibû, "madem Îranê rewşa heyî li herêmê bin pê kir û dewlet bi hêz û moşekên xwe li xwe helal kirin, mafê çi dewletê, Îsraîlê jî di nav de, heye ku xwe biparêze û çavkaniyên xeterê biruxîne.

    Hêjayî gotinê ye ku ev ji yekem car e ku dewleteke erebî wisa nêzîkî Îsraîlê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    Husiyan li tankereke Erebistana Siûdî xist
    Piştî 35 salan li Erebistana Siûdî holên sînemayê vedibin: Dê jin û zilam bi hev re rûnên
    Etîketan:
    Xalid bin Ehmed bin Muhemed Al Xelîfe, Donald Trump, Avigdor Liberman, Tehran, Behreyn, Îsraîl, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de