11:15 24 Gulan 2018
    Girê Golanê

    Artêşa Îsraîlê dîmenên êrîşa li dijî Pantsir-S1ê parve kir

    © Sputnik / Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Artêşa Îsraîlê dîmenên bi îdiaya ku moşeka Spike NLOSê dema pergala parastina Pantsir-S1ê ya envantera Sûriyeyê hiweşandiye parve kir. Di dîmenê de tê xuyakirin ku bi nêzîkbûna moşekê ya hedefê, dîmen xumam dibin.

    Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê twittêrê dîmenên ku ji kameraya li ser moşeka Spike NLOSê hatine kişandin parve kir. Di vîdeoyê de 3 kes li ba pergala parastina Pantsir-S1ê ku disekinin xuya dibin, bi nêzîkbûna moşekê ya hedefê dîmen xumam dibe. ​Jerusalem Postê derbarê vîdeodê ragihand ku armanca moşeka Îsraîlê SA-22 ye.

    Herwiha Sa-22, di NATOyê de navê pergala Pantsir-S1ê ye. Ji aliyê din ve heke dîmen rast bin di pevçûnên li sûriyeyê de cara ewil pergala Pantsir-S1ê tên hilweşandin. Ajansa RİA Novostiyê jî di meha nîsanê da zanîn ku Rûsya di çend salên dawî de ji 40î zêdetir pergala Pantsir-S1ê radestî Sûriyeyê kiriye, lê ev agahî heta niha nehatiye piştrastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Libnanê: Îsraîl misilman û xrîstiyanan tehcîr dike
    Lavrov: Him Îran û him Îsraîl jî naxwazin rageşiyê zêde bikin
    Reuters: Di êrişa Îsraîl a Sûriyeyê de 8 jê leşkerên îranî 15 kes hatin kuştin
    Hizbulah: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî destwerdanê li hilbijartinan dikin
    Etîketan:
    parastin, pergal, moşek, Artêşa Îsraîlê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de