04:30 28 Gulan 2018
Mişel Aun

Serokomarê Libnanê: Îsraîl misilman û xrîstiyanan tehcîr dike

© REUTERS / Mohamed Azakir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Libnanê Mîşel Aun di axaftina xwe de ragihand ku Îsraîl li hemberî misilman û xrîstiyanan polîtîkaya tehcîrkirinê ferz dike.

Serokomarê Libnanê Mîşel Aun di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Serokomar Aun heyeteke ku ji nûnerên Konseya Dêrên Rojhilata Navîn pêk dihat li Bêrûdê li Qesra Serokomariyê qebûl kir.Parastina xrîstiyanan bi teşwîqkirina Îslama mutedÎl mimkin e. Atmosfera radîkal ku misilman û xrîstiyanan dorpêç dike li Rojhilata Navîn bû sedema nehevsengiyê."

Mîşel Aun di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Paqijiya nîjadî li Îsraîlê dest pê kir. Ji roja ku Îsraîl ava bûye tenê ne mafê misilmana piştî mafê siyasî yên xrîstinana ji wan stand polîtîkayên tehcîrkirinê li ser wan ferz dike."

Aun di dirêjiya axaftina xwe de got: "Zilma Îsraîl a li hemberî olan dewam dike û xwest ji Dêra Suryanî ya Ortodoks ku li Qudsê ye bacê bistîne. Lê ji ber bertekên tund dev jê berda.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket
Serokomarê Libnanê: Lîberman rasterast me tehdîd dike
Kurdistaniyên li Libnanê êrişa Efrînê şermezar kirin
Li Libnanê li hemberî rêvebirê Hemasê êrişa bombeyî
Serokê CIA yê berê: Îran, Iraqê dike wekî Libnanê
Etîketan:
Serokomarê Libnanê, Mîşel Aun, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de