11:12 24 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand

    © REUTERS / Jaime Saldarriaga
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû da xuyakirin ku Îranê xeta sor dabezandiye û li ser êrîşên şeva borî jî got, ti moşekên Îranê ji ser Sûriyê ve neketine erda Îsraîlê.

    Netanyahû di daxuyaniyên xwe yên li ser hesabê facebookê gef li Îranê xwar û diyar kir ku artêşa Îsraîlê di êrîşa şeva borî de, bi awayekî minasib bersiv daye.

    Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku ew bi Îranê re di nav şer de ne û ew dê rê nedin leşkerên Îranê li Sûriyeyê xwe ferz bikin.

    Netanyahû got, "Îranê xeta sor dabezand. Me jî bi carî bersiv da. Artêşa Îsraîlê êrîşeke mezin a hewayî bi ser armancên hêzên Îranê de pêk anî."

    Netanyahû ragihand, ji ber ku êrîşên wan li ser hêzên Îranê têne kir, heger artêşa Sûriyeyê çalakiyekê li hember wan bike ew dê wekî ku şevê din sîstemên parastinê yên hewayî kirine armanc, bersiva artêşa Sûriyeyê jî bidin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê strana kurdî ya hilbijartina serokomariyê weşand: Tu dikarî!
    Dr. Nasih Xefûr: Vexwendina Barzanî bo Moskowê peyameke zelal a Rûsya ye
    Ahmet Turk: Di hilbijartinan de teqez ez dê nebim namzet
    5 fermandarên DAIŞê hatin girtin, kodên nepen ên ragihandinê jî hatin deşîfrekirin
    ‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’
    Etîketan:
    sûriye, îran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de