18:08 21 Gulan 2018
    Ebubekir el Bexdadî

    5 fermandarên DAIŞê hatin girtin, kodên nepen ên ragihandinê jî hatin deşîfrekirin

    © REUTERS /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê ewlekariya hikûmeta Iraqê Haşimî ragihand ku Tirkiyê cîgirekî Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî radestî wan kiriye. Bi saya sêpaneke di telefona fermandarê alîkarê Bexdadî de 4 fermandarên din ên DAIŞê jî hatin girtin.

    Pisporê siyasî yê ku di mijara DAIŞê de şêwirmendiya hikûmeta Iraqê dike Hişam Haşimî piştrast kir ku yek ji cîgirê serokê DAIŞê Bexdadî ango alîkarî wî yê ji pereyan berpirsyar Ismail Îthavî (Ebu Zeyd el Iraqî di meha Sibatê ji aliyê rayedarên tirk ve li Tirkiyê hatiye girtin.

    Îthavî yê ku bo rayedarên Iraqî radestî hatiye kirin, bi saya sêpana ragihandin û peyamşandinê Telegramê 4 fermandarên din ji Sûriyê derbasî Iraqê bûn û hatin girtin. Waliyê Rojhilatê Firatê yê DAIŞê Sedam Cemal ê sûriyeyî jî di nav de Omer Karbulî yê iraqî, Essam Zebaî û Muhemmed Qadir ê sûriyeyî jî di nav de 4 kesên din jî li ser sînor hatin girtin.

    TRUMP: 5 KESÊN KU HERÎ ZÊDE GIRTINA WAN DIHAT XWESTIN HATIN GIRTIN

    Piştî vê rûdanê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku "5 kesên ku herî zêde girtina wan dihat xwestin hatin girtin."

    ‘EM BI AMERÎKAYÊ RE DI NAVA HEVKARIYÊ DE NE'

    Şêwirmendê ewlekariyê yê iraqî derbarê operasyonan de got em bi Amerîkaya ku pêşengiya hevpeymaniya navdewletî dike re di nava hevkariyê de ne.

    Piştî girtina Îthavî sîxûrên îstîxbarata iraqî û amerîkî hisabên bankayê yên DAIŞê û kodên nepen ên ragihandina rêxistinê jî bidestxistin.

    ‘ME BEN AVÊTIYE STÛYÊ BEXDADÎ, EM DIŞIDÎNIN!'

    Haşimî ji Bexdadiyê ku navê wî yê rastîn Îbrahîm Samaraî got, "Benê di stûyê wî de her ku diçe teng dibe."

    Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yê ku Berfanbara bihûrî li hemberî DAIŞê serkeftina xwe ragihandibû dawiya vê heftê diçe hilbijartinan.

    DILLON: OPERASYONA TAYBET BI HEVKARIYA HSD Û ARTÊŞA IRAQÊ BÛ

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon jî girtina 5 rêberên DAIŞê piştrast kir.

    Dillon li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser kordînasyona operasyona taybet a artêşa Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û girîngiya wê hevkariyê anî ziman.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
    ‘Bexdadî sax e û 30 km nêzîkî Iraqê ye’
    Mizgefta ku Bexdadî tê de weiz dabû tê restorekirin
    'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
    ‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
    Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
    Etîketan:
    Berpirsê pereyan, Berpirsê ewlekariyê, Kodên Ragihandinê, Girtin, Ebûbebir Bexdadî, Bexdadî, Sûriye, Rojhilata Navîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de