04:28 28 Gulan 2018
Hêzên Îsraîlê li ser Girên Golanê

Artêşa Îsraîlê: Hêzên Qûds ên Îranê nêzî 20 moşekan avêtin çeperên me

© AP Photo / Ariel Schalit
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li ser Girên Golanê yên sînorê Îsraîl û Sûriyeyê piştî teqînan dengê sîrenan olan daye.

Li ser hesabên medya civakî nûçeyên ku tankên Îsraîlê li çeperên Sûriyeyê xistine û herwiha topên Sûriyeyê jî li armancên Îsraîlê xistine hatin belavkirin.

Radyoya Îsraîlê ragihand ku ‘Milîsên Îranê fuze avêtine ser armancê Îsraîlê yên li ser Girên Golanê.'

BERDEVKÊ ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: BI QASÎ 20 MOŞEKAN AVÊTIN ÇEPERÊN ME

Radyoya Artêşa Îsraîlê bi zarê berdevkekî artêşê ragihand, "Hêzên Qûds ên Îranê derengiya şevê bi qasî 20 moşekan avêtine ser çeperên Îsraîlê yên li ser Girên Golanê. Gelek baregeh hatin armanckirin."

Rayedarê artêşa Îsraîlê herwiha diyar kir ku hemû moşekên hatine avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî Kûbeya Hesîn ve hatine bêbandorkirin û hat got, "Artêşa Îsraîlê vê yekê wekî bûyerek girîng dinirxîne û amadekariya senaryoyên cuda dike."

‘SÎSTEMA PARASTINA HEWAYÎ YA SÛRIYEYÊ BERSIV DA MOŞEKÊN ÎSRAÎLÊ'

Li aliyê din medya Sûriyeyê jî ragihand ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiv daye moşekên ku ji aliyê Îsraîlê ve bi ser Şamê de hatine avêtin.
Hat diyarkirin ku Îsraîlê bi tank û balafiran êrîş biriye ser herêmên Baas û Hadar ên li başûrê Kuneytrayê.
Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Sûriyeyê bersiv daye êrîşên Îsraîlê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump rojek berê Îran bi fînansoriya terorê tawanbar kiribû û gotibû, ew dê ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişin.

Li ser bilindbûna asat rageşiyê Îsraîlê hêzên nû yên ji cebilxane, wesayitên leşkerî û leşkeran pêk tên, dişîne herêmê.

Bi heman mijarî:

Erebistana Siûdî: Heke Îran li bernameya nukleerî vegere, em ê jî çekên nukleerî bistînin
Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da
Rûsya: DYA bi dorpêçên nû dixwaze fiyaskoya êrîşa ser Sûriyeyê telafî bike
Li navenda paytexta Ewropayê dengê çekan
Li Şirnexê wesayîta xwendekaran qeza kir, gelek kes birîndar bûn
Etîketan:
Girên Golanê, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de