11:14 24 Gulan 2018
    Riyad

    'Parastina hewayî ya Siûdî, moşekên Hûsiyan ku avêtin Riyadê asteng kir'

    © Sputnik / Faisal Al Nasser
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytextê Erebsitana Siûdî Riyadê dengê çend teqînên mezin hatin bihîstin. Televîzyona El Arabiya daxuyand ku şervanên Hûsiyan yên li Yemenê moşek bi ser paytex Riyadê de barandin lê ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine astengkirin.

    Suudi F-15'ler Kral Faysal Hava Akademisi Kral Salman Hava Üssü Riyad
    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Televîzyona Dewleta Erebistana Siûdî eşkere kir ku pergala parastina hewayî ya Siûdî moşekên ku ji aliyê şervanên Hûsiyan bi ser paytext Riyadê de pekandin e, hatine astengkirin.

    Li gor ragihandina çavkaniyên Reutersê li Riyadê beriya niha 4 teqîn pêk hatin e. Di çend mehên dawî de şervanên Hûsiyên li Yemenê bi moşekan êrîşî Erebistana Siûdî dikin, lê êrîşên bi moşekan ji aliyê pergala parastina hewayî dihatin astenkirin.

    Erebistana Siûdî û mutefîkên wê di Adara 2015an de li dijî şervanên Hûsiyan bi hêzên Mansur el-Hadi ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek hikumet hatin naskirin têkoşiyan. Ji wê demê û heta niha Hûsiyan li herema sînor, li dijî Erebistana Siûdî ji 100î zêdetir moşek bikaranîn.

    Etîketan:
    pergal, parastin, şer, moşek, Televîzyona El Arabiya, Erebistana siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de