11:18 24 Gulan 2018
    Kabîl

    Li nêzî navenda polîsan du teqînên bihêz: Şerê çekdarî didome

    © AP Photo / WAKIL KOHSAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsê Afganistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Kabîlê çend teqînên bihêz qewimîn. Berî teqînan dengê çekan jî hat bihîstin.

    Li gor nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre berpirsê polîs û Wezareta Navxweyî ya Afganistanê li Kabîlê 3 teqînên bihêz qewimîn.

    Berdevkê polîsê Kabîlê Haşmet Stanekzai di axaftina xwe ya AFPê de got: "Du teqîn li nêzî navendên polîsan pêk hatin û li derdora navendeke polîsan şer û pevçûn didome."

    TOLO Newsa herêmî jî di nûçeya xwe de ragihand ku teqîna pêşî li herêma Deştî Barçî nêzî navenda polîsan a PD13an û ya duyemîn jî piştî nîv seetê li navenda polîsan a PD10ê pek hat.

    ​Karmendekî Wezareta Navxweyî di axaftina xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku xwekujekî li herêma saziyên hikûmetê û balyozxaneyan li nêzî navenda polîsan bombeya ser xwe teqand.

    Derbarê kuştî û birîndaran de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
    Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
    NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
    Etîketan:
    Li Kabilê êrişa xwekujî, Kabil, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de