20:52 20 Gulan 2018
    İsrail F-15

    Sîstema parastina asmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê vala derxist

    © AP Photo/ Ariel Schalit
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku êrîşa moşekan a Îsraîlê ya bi ser armancên navçeya Kisva ya başûrê Şamê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatiye pûçkirin.

    Li gor nûçeya Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANAyê sîstema parastina hewayî du moşekên ku başûrê Şamê kirine armanc pûç kirine.

    Çavkaniyên artêşa Sûriyeyê piştrast kirine ku êrîş ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kirin.

    Êrîşa Îsraîlê ya bi ser Sûriyeyê de piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji peymana nukleerî ya Îranê tê.

    Trump, Îran bi fînansekirina terorê li herêmê û fînansekirina ‘Hizbullah û Hamasê' tawanbar kiribû.

    Etîketan:
    êrîş, Sûriye, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de