18:06 21 Gulan 2018
    Ala Urdunê

    Urdunê banga xwerizgarkirina ji çekên nukleerî li Rojhilata Navîn kir

    © Flickr /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Ayman Safadî diyar kir ku pêwîst e Rojhilata Navîn xwe ji çekên komkujî jî di nav de xwe ji çekên nukleerî rizgar bike.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka ji peymana nukleerî ya ku ji aliyê welatên P5+1ê ji bo Îranê di sala 2015an de hatiye îmzekirin vedikişe.

    Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Urdunê de hat gotin: "Urdun di siyaseta xwe de bi biryar e û piştrast dike ku pêwîst e Rojhilata Navîn xwe ji hemû cureyên çêkên komkujiyê û yên nukleerî xilas bike."

    Herwiha wezîrê derve yê Urdunê li dijî destêwerdana Îranê di nav kar û barên welatên ereb de helwest nîşan da û tekez kir, li herêmê pêwîstî bi avakirina têkiliyan bi riya diyalogê, rêzgirtina serweriya welatan heye û di kar û barên navxweyî yên welatan de destêwerdan pêwîst e neyê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Artêşa Îsraîlê ji bo êrîşên ji Sûriyê bên kete amadebaşiyê
    'Daxuyaniyên Paşinyan Azerbeycanê dixe nav fikaran'
    Pûtîn: Divê em ne wekî xiyarên nav fiçiyê bin!
    Şirketa rûsî hilberîna pola û vekirina fabrîqeya li Tirkiyê radiwestîne
    Îran: Ji Amerîkayê re zimanê hêzê pêwîst e
    Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
    Etîketan:
    Çekên Nukleerî, Rojhilata Navîn, Amerîka, Îran, Urdun
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de