04:43 25 Gulan 2018
    Ebû Bekir Bexdadî

    Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DYAyê sala par eşkere kiribû ku serokê DAIŞê Ebûbekîr el Bexdadî hatiye kuştin, lê heta niha mirina Bexdadî nehatiye piştrastkirin. Hat ragihandin ku leşkerên Rûsya, Sûriyeyê û Îranê bo bidestxistina Bexdadî dest bi xebatan kirine.

    Dîrektorê Îstîxbaratê u Têkoşîna dijî Terorê yê Wezareta Karê Navxweyî yê Iraqê Ebu Ali el Basri ji Fox Newsê re axivî: Bexdadî hêj jî direve, ji bo bidestxistina wî em bênavber dixetin." Basri bilêv kir ku Bexdadî li rojhilatê Sûriyeyê, li herema Hacin ya ya 29 kîlometreyan nêzî sînorê Iraqê ye xwe vedişêre. Herwiha Basrî eşkere kir, ekîbek ku ji leşkerên Rûsya, Sûriye û Îranê hatiye avakirin, ji bo bidestxistina serokê DAIŞê Ebûbekîr el Bexdadî dixebitin.

    Berdevkê Berevaniya Iraqê Yahya Resul jî da zanîn, îhtîmala ku Bexdadî nehatiye kuştin û sax e heye. Li gor Resul, dibe ku Bexdadî li rojhilatê çemê Firatê li bajaroka girêdayî Hesekê Şeddadi xwe vedişêre, levre veşartina li çolê dê ne zehmet be.

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê di Pûşbera 2017an de daxuyandibû îdiaya ku ji bo piştrastkirina kuştina Bexdadî dixebitin. Piştî demek kin Wezareta Berevaniya DYAyê daxuyandibû ku Bexdadî hatiye kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Bexdadî sax e û 30 km nêzîkî Iraqê ye’
    Rûsya derbarê kuştina serokê DAIŞê Bexdadî de agahî da
    Mizgefta ku Bexdadî tê de weiz dabû tê restorekirin
    Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
    ‘Bexdadî ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji serokatiya rêxistinê berda'
    Etîketan:
    kuştin, sûriye, bexdadî, Ebu Ali el Basri, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de