20:58 22 Gulan 2018
    Ala Filîstînê - Xeze

    Ji bo Filistînê li 50 welatî kon hat vegirtin

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku ji bo piştgiriya Filistînê ku Amerîka dê balyozxaneya xwe bibe Qudsê li 50 welatî kon hatin vegirtin.

    Yek ji rêvebirê pile bilind ê Hemasê Îsmaîl Ridvan beşdarî merasima konvekirinê bû û ragihand ku ji bo piştgiriya Filistînê li 50 welatî kon hatine vegirtin.

    Îsmaîl Ridvan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev kon tên vê wateyê ku mirovên azad ên cîhanê piştgiriyê didin meseleya Filîstinê. Meşa vegerê li hember hemû zehmetî, êş û birînan wê dewam bike."

    Berpirsê Tevgera Cîhada Îslamî Xalid el-Batş jî spasiya welatên ku piştgiriyê didin Filistînê kir û got: "Em spasiya xrîstiyanên Latîn Amerîkayê dikin, ji bo piştgiriya wan a Filistînê. Heta 15ê Gulanê xwepêşanên meşa vegerê wê bidomînin."

    Bi heman mijarî:

    Filistîn ji bo civîna bi lez deng li Yekîneyên Ereban kir
    Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
    Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
    Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'
    Etîketan:
    Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de