01:37 26 Gulan 2018
Qûds - Îsraîl

Welatekî din balyozxaneya xwe ya Îsraîlê dibe Qûdsê

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku Paraguay jî dide pey şopa Serokê Amerîkayê Donald Trump û di nav vê mehê de, balyozxaneya xwe ji Telewîwê dibe Qûdsê.

Wezareta Derve ya Paraguayê jî bêyî ku daxuyaniyê piştrast bike ragihand ku wan hîn biryara xwe ya dawî nedaye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Emmanuel Nahshon bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Serokê Paraguayê ji bo vekirina balyozxaneya Qûdsê li dawiya mehê, plana serdanê dike."

Lê belê Wezareta Derve ya Paraguayê jî ragihand ku wan hîn biryara dawî nedaye.

Meha zborî Serokê Paraguayê Horacio Cartes dabû xuyakirin ku welatê wî amade ye balyozxaneya Telewîwê bibe Qûdsê.

Bi heman mijarî:

Serokê Baroya Amedê ji namzedên serokomariyê sozek xwest
Xizmê qurbaniyên Roboskiyê yê hatibû desteserkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan
Li Hatayê gule bi ser polîsan de reşandin: 2 polîs birîndar bûn
Almanya û Fransayê soza piştgiriyê da peymana nukleerî ya Îranê
Li Sîdekanê di navbera Artêşa Tirk û PKKê de şer derket
Kozmonotê rûsî ji fezayê dîmenên avaçûna heyvê parve kir
Senatorê amerîkî ji bo Îranê Trump hişyar kir
Mamoste Ayşe wê dîsa bikeve girtîgehê
Etîketan:
Paraguay, Qûds, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de