20:54 20 Gulan 2018
    Lewheyên ku li rêyên Balyozxaneya DYAyê ne

    Li ser rêyên Qudsê lewheyên Balyozxaneya DYAyê hatin daliqandin

    © Sputnik / Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî Quds wek paytextê Îsraîlê pejirand, 14ê Gulanê Balyozxaneya DYAyê ji Televivê dê neqlî Qudsê bibe. Hêj ji vekirina Balyozxaneyê re hefteyek heye lê li ser rêyên Qudsê lewheyên Balyozxaneyê hatin daliqandin.

    Piştî biryara Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku ji civata misilman û ereban bertekên tund stend, veguhestina Balyozxaneyê di roja salvegera avakirina dewleta Îsraîlê 14ê Gulanê dê pêk were. Herwiha cihê Balyozxaneyê yê demborî dê Balyozxaneya DYAyê ya li bajarê Arnonayê be.

    ​Karê veguhestina Balyozxaneyê bi daliqandina lewheyên ku li rêyên diçin balyozxaneyê ve dest pê kirin.

    ​Ji aliyê din ve ji bno vekirina fermî ya balyozxaneyê serokomar Reuven Rivlin, serokwezîr Benyamin Netanyahu, wezîr, hem ji hikumeta hevpeymaniyê û muxalefetê serokên partiyên siyasî dê beşdar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Di her rewşê de Quds paytext e
    Filîstîn bersiva Trump da: Quds ne ya firotinê ye
    Erdogan: Quds biçe Medîne û Stenbol jî diçe
    RHÎ: Quds wekî paytextê du dewletan qebûl kir
    Etîketan:
    balyozxane, paytext, lewhe, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de