04:32 28 Gulan 2018
Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yuval Steinitz

Îsraîlê gef li Sûriyeyê xwar in: Îranê ji welêt derxîn e

© AP Photo / Remy de la Mauviniere
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îsraîla ku carcaran li dijî Îranê gefên şer duxwe vê carê jî berê xwe da serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û got, heke tu Îranê ji welêt dernexe em ê te bikujin û rêvebiriyê ji dest bistînin.

Wezîrê Enerjî, Avê û Binesaziyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz: "Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad heke tevgerên Îranê li welêt bi dawî neke dê encamên wê bo wî giran be û dê bibe dawiya rejîma wî." Steinitzê ku ji malpera Ynetnewsê re axivî wiha berdewam kir: "Helbet amadehiya şer tuneye, lê divê hebûna Îranê li Sûriyeyê bidawî bibe. Em ji tevgerên Îranê ku Sûriyeyê wek çeperekî li dijî me bikartîne aciz in û divê Esad bizanibe ku di êrîşek ji Sûriyeyê ya dijî me de dê dawiya xwe bîne."

Steinitz derbarê pêwendiyên Rûsya û Îsarîlê de jî vegot ku têkiliyên me bi Rûsyayê re baş e û bi Rûsyayê re berjewendiyên me yên hevpar hene. Steinitz eşkere kir ku carcaran berjewendiyên me hev nagrin, lê divê herkes bizanibe ku hin tişt bo me xetên sor in, kesên ku berdewamiya jiyana Esad dixwazin divê jê re vebêjin ku êrîşên bi NBM û moşekan yên li dijî Îsraîlê bidawî bike.

Bi heman mijarî:

Îsraîl: Pergala parastina S-300an em li Sûriyeyê naxwazin
Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin
Etîketan:
sûriye, kuştin, esad, nbm, Yuval Steinitz, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de