08:12 25 Gulan 2018
    Yemen- Husi- Suudi Arabistan

    Balafiran avahiya serokomariyê bombebaran kir: Kuştî û birîndar hene

    © REUTERS / Mohamed al-Sayaghi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer ên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike li Yemenê avahiya serokomariyê bombebaran kir.

    Li gor nûçeya televîzyona el-Mesireya Yemenê, balafirên şer ên Koalîsyona Erebî taxa Tehrîr a navenda bajarê Sanaya Yemenê bombebaran kir. Li gor agahiyan di encama bombebaranê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

    Herwiha televîzyona el-Meyadîn jî ku navenda wê li Libnanê ye ragihand ku balafirên Koalîsyona Erebî avahiya serokomarî ya Yemenê hatiye bombebarankirin.

    Di nûçeyê de tê gotin ku balafiran du caran avahiya serokomariyê bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de gelek sivîlên nêzî cihê bûyerê hatine kuştin û birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
    ‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
    Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
    Etîketan:
    Koalîsyona Erebî, Sana, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de