17:27 23 Gulan 2018
    Benyamin Netanyahu

    Netanyahu ji bo Îranê got: Ger bibe sedema şer jî...

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got, ‘ger bibe sedema şer jî' hikûmeta wî bi biryar e ku bi ‘êrîşkariya Îranê' re rûbirû bibe.

    Li gorî daxuyaniya niviskî ya Serokwezîriya Îsraîlê serokwezîr Netanyahu got, "Îsraîl, ger bibe sedema şer jî, li şûna ku taloq bike, hîn di pêvajoya xwe ya çarpiya de ye, divê êrîşkariya Îranê bi dawî bike."

    Netanyahu diyar kir ku ew naxwazin aloziyê zêde bikin lê ew ji bo her senaryoyê jî amade ne û ev tişt gotin, "Dewletên ku di dema xwe de li hemberî êrîşakriyên kuştinê ne amade bin, paşê berdêlên giran didin. Em aloziyê naxwazin. Lê em ji bo her senaryoyan jî amade ne."

    Netanyahu anî ziman ku pasdarên Îranê di mehên dawiyê de li dijî Îsraîlê çekên giran û muhîmatan tîne Sûriyeyê û got, Îran dixwaze ji erdê bi moşekan li pêş û nav eniyên Îsraîlê bixe û pergalên parastinê yên hewayî yên Îranê ji bo hêzên hewayî yên Îsraîlê dibin metirsî.

    Netanyahu duşemiya borî di axaftina xwe de gotibû, îstixbarata Îsraîlê gihîştiye delîlan ku Îran li ser bernameyeke nû ya hilberîna çekên nukleerî.

    Bi heman mijarî:

    Qubadî ji bo Îranê: Hûn mezintirîn neyarên kurdan in
    Rûsyayê ji bo îdîayên Netanyahûyî: UAEKê dosyaya Îranê sala 2015an girtibû
    Rojnameyeke Siûdî derbarê 'senaryoya şerê li dijî Îranê de nivîsî'
    'Kurdên Sûriyeyê destûr nedaye Amerîka û Îsraîlê ku bikevin Sûriyeyê'
    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Li Îsraîlê teqîn: Kesek mir, 4 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de