01:39 26 Gulan 2018
Hesen Nesrullah- Seed Herîrî

Libnan: Dengdana hilbijartinan dest pê kir, kurdek jî tê de ye

© REUTERS / Aziz Taher
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dengdana hilbijartinên Libnanê piştî neh salan bo cara yekem dest pê kir. Hilbijartina ku kurdek jî tê de bûye namzet, îro saet heftê sibehê dest pê kir û hîn dewam dike.

Hilbijartinên Libnanê piştî neh salan bo careke yeke bi rê ve diçin. Di vê hilbijartinê de dê 128 parlamenter dê werin hilbijartin ku ji bo wan, li 15 herêmên hilbijartinê, navendên dengdanê hatine vekerin û dengdanê jî li gorî saeta wî welatî, saet 07:00an dest pê kiriye.

Dengdanê bi awayekî aram dest pê kir û tê payîn ku piştî nîvroj zêdetir bibe.

Parlamentoya Libnanê16ê Hezîrana 2016an qanûna nû ya hilbijartinan pesend kiribû.

Li gorî wê qanûnê, 128 parlamenter dê ji 15 herêmên hilbijartinan werin hilbijartin.

Ji aliyê din ve, libnaniyên li derveyî welatî dijîn, bi mercê ku navê wan di lîsteyê de be û rewşeke dijî hiqûqê tine be, mafê wn heye ku dengê xwe bidin.

Kurdên Libnanê jî îsal ji bo hilbijartinên giştî yên wî welatî amadehiya beşdarbûnê dikin û ji bo wan hilbijartinan îsal Jineke kurd bi navê Henan Osman bûye namzed.
Hennan Osman gotibû, "Kurd li vir bi awayekî hiqûqî nayên temsîlkirin."


Bi heman mijarî:

Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'
Krîza Sûriyeyê dewam bike dê Urdun û Libnan jî perçe bibin
Welatê bêhempa: Libnan
‘Amerîka Libnan tehdit kir'
Etîketan:
Henan Osman, Seed Herîrî, Hesen Nesrullah, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de