14:17 23 Gulan 2018
    S-300

    Îsraîl: Pergala parastina S-300an em li Sûriyeyê naxwazin

    © Sputnik / Ministry of Defence of the Russian Federation
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Berevaniya Îsarîlê yê berê Moşe Yalon eşkere kir ku pergala parastina S-300an ya rûsî li Sûriyeyê naxwazin, ji bo astengkirinê bi Rûsyayê re di têkiliyê de ne.

    S-300
    © Sputnik / Ministry of Defence of the Russian Federation
    Wezîrê Berevaniya Îsarîlê yê berê Moşe Yalon ji Sputnikê re li ser îhtîmala sewqiyata pergala S-300an bo parastina baregehên hewayî yên Rûsyayê ku li paytext Şam û deverên din e axivî û wiha got: "Ev helbet bi me xweş nayê, ev pergalên ku bên şandin ne bi dilê me ye."

    Wezîrê berê bibîr xist ku beriya niha jî sewqiyata S-300an bo Sûriyeyê hatibû rojevê û me bi hikûmeta Rûsyayê re ev mijar gotûbêj kiribûn: "Ez hêvîdarim hikûmeta Rûsyayê derbarê pergala parastinê S-300an de ji welatê me hin nîşane stendin e."

    Herwiha niha di destê Sûriyeyê de bo êrîşên ji hewayî pergala parastinên S-75, S-200, Buk û Pantsir hene.

    Bi heman mijarî:

    'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?
    Doç. Dr. Durre: Rûsya li dijî êrişa Îsraîl a li hemberî Îranê dernakeve
    Etîketan:
    s-300, moşek, pergal, pergala parastina hewayî, Moşe Yalon, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de