21:00 22 Gulan 2018
    Mehmûd Ebbas

    Mehmûd Ebbas ji bo ‘Serokatiya Dewleta' Filistînê hat hilbijartin

    © REUTERS / Mohamad Torokman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Netewî ya Filistînê Serokê Dewleta Rêvebira Netewî ya Filistînê Mehmûd Ebbas wek ‘Serokê Dewleta' Filistînê hilbijart.

    Civîna 23yemîn a Konseya Netewî ya Filistînê ku baskê herî bilind ê Rêxistina Rizgarî ya Filistînê (RRF) ye bi dawî bû.

    Di civînên ku Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ku di bin banê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) de ye, Hemas û Îslamî Cihadê tevlî nebûn de Mehmûd Ebbas wek ‘Serokê ‘Dewletê' hat hilbijartin.

    Civîna Konseya Netewî ya Filistînê di televîzyona Filistînê de zindî hat weşandin û 15 endamên Lijneya Rêvebir a RRFê hatin diyarkirin. Li gor biryara dawî Mehmûd Ebbas bû Serokê Lijneya Rêvebir û Saib Ureykat, Azzam el-Ehmed, Hanan Aşravi, Teysir Xalid, Bessam es-Salihi, Ehmed Mecdelani, Faysal Kamil Aranki, Salih Rafet, Vasil Ebu Yusuf, Ziyad Ebu Amr, Ali Ebu Zuhri, Ednan el-Huseyni, Ehmed Buyud et-Temimi ve Ehmed Ebu Hevli jî bûne endamê lijneyê.

    Herwiha di berdewamiya civînê de 122 endamên Komîteya Navendî ya RRFê jî hatin hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Îstîxbarat Misrê hewl dide Ebbas ji kar dû bixe û Dahlan bîne cihê wî
    Ebbas: Em nahêlin tu kes balyozxaneya xwe bikşîne Qudsê
    Ebbas: Rêvebirekî ereb ji bo normalbûna bi Îsraîlê re pere pêşniyar kir
    Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê
    Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas diçe Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Filistînê, Mehmûd Ebbas, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de