07:10 26 Gulan 2018
Halep'te teröristlerin kullandığı kimyasal silah fabrikası.

‘Li Sûriyê Provokasiyoneke nû ya çekên kîmyewî tê amadekirin’

© Sputnik / Nour Molhem
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku li nêzî baregeha Amerîkayê ya li Dêra Zorê, saziyên ewlehiyê yên Amerîkayê û DAIŞ bi hev re tevdîra provokasyoneke kîmyewî dibînin.

Çavkaniyeke nêzî îstixbara Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihand ku "hêzên taybet yên Amerîkayê bi maddeyên kîmyevî yên ku qedexe ne bi armanca ku li Sûriyê bi karbînin provokasyonekê amade dikin." Li gorî agahiyên ku hatine bidestxisitin di nava planê de yek ji wan fermandarê DAIŞê Mişan Idris el Hamaş heye. Armanc ew e ku senaryoya ‘li hember sivîlan çekên kîmyewî hat bikaranîn' derxin holê û li ser medyayê belav bikin.

Çavkaniyê di derbarê bûyerê de van agahiyan parve kir: Tevdîra vê provokasyonê di 23yê Nîsanê de dest pê kir. Ji Rojavayê Firatê ji bo kêşana vîdeoyê mirovan tînin Dêra Zorê û di nav wan de kesên ji malbata Mişan Idris el Hamaş jî hene.

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
Mattis ji senatoyê xwest, ji bo çekên rûsî dorpêçan li ser Tirkiyê nesepînin
Kim û Moon li ser ‘bidawîanîna çêkirina çekên nukleerî’ deklerasyoneke hevpar îmze kirin
Amiral Kuznetsov bi çekên nû tê arastin
Milîtanên Rojhilata Kalamunê çekên xwe teslîmê Artêşa Sûriyê kirin
Etîketan:
xazên kimyevî, Provokasyon, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de