01:35 26 Gulan 2018
Alên Misir û Tirkiyê

Li Misirê dozek li Tirkiyeyê vebû: Pereyên me bidin

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Dozek li Misirê vebû ji bo ku pereyên Tirkiyeyê di dema Xîlafeta Osmanî û piştî wê ji wî welatî stendin ji Tirkiyeyê bên stendin.

Medyaya Misirê diyar kir ku di dozê de hat xwestin biryarekê bidin ji bo malên Tirkiyeyê yên li Misirê werin girtin û tiştên mayî yên mewdûata Tirkiyeyê li ba Bankaya navendî ya Misirê nedin wan û herwiha wan ji bo dewleta Misirê bigirin da ku deynên welatî yên li ser Tirkiyeyê bi wan were dan.

"DEMA OSMANIYAN XERABTIRÎN DEMA WELATÎ BÛ"

Li gorî nûçeya RTyê ya ku dispêre medyaya Misirê, Doz li dadgeha îdarî ji ber sifeta wan a qanûnî li Serokkomar û Serokwezîr û Wezîrê Derve vebûye û wiha tê de hatiye gotin: Ji aliyê dîrokî ve baş tê zanin ku ew dema Misir ket bi desthilata osmanî, xerabtirîn dema dewleta Miisrê bû, ji ber di wê demê de rewşa siyasî û aboriyê ya welatî xerab bû û Misirê wê çaxê ji dewleteke serbixwe û zengîn bû dewleteke gelekî hov/prîmîtîv ku ne şaristanî û ne jî bipêşdeketin lê heye."

"PIŞTÎ KU OSMANÎ ÇÛN JÎ, TIRKIYEYÊ HER BAC STEND"

Herwiha di dozê de hat gotin: "Ji roja ku Misir ket bin desthilata Osmanî her sal bac dane û heta piştî ku Misir ket bi dagirkeriya Brîtanyayê jî, ji sala 1882an û piştî wê sepandina parastina brîtanî li ser Misirê her Tirkiyeyê ew pereyên ku ne heqê wê ne(bac) her sal stendine."

"MISIRÊ 40 SALAN BI ŞAŞÎ PEREYÊN BACÊ WEK ZÊR DANE TIRKIYEYÊ"

Tiştê herî balkêş ew e ku piştî ruxîna bîreveriya Osmanî jî, dîsa Misirê bi şaşî pere dane Tirkiyeyê û wiha tê gotin: "Surprîz ew eku li gel têkçûna xîlafeta osmanî sala 1924an jî Tirkiyeyê her ew pereyên bi qîmeta bacê stendin ku di dema hikmê osmaniyan de li ser Misirê hat ferzkirin. Misrê bo çil salan bi şaşî ew pere dan û ev pere wek zêr bo Hikûmeta Tirkiyeyê dane. Yekem kesê ku hînî vî tiştî bû, serokê rehmetkirî Cemal Ebdulnasir bû."

Di dozê de hat zanîn ku Wezareta Derve ya Misirê berî niha jî ji Tirkiyeyê xwestibû ku pereyên wan bidin ku qîmeta wê bi milyarên cineyhên misirî ne lê ew daxwaza fermî ji nişkê ve û bê sedemeke diyar rawestiyaye.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Seferên balafir ên Misirê dibe ku heta dawiya salê destpê bikin
Ji Misirê ji bo kesên ku di bûyera balafirê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî
Serokê Misirê yê berê Mubarek dê were berdan
Ji bo çareseriya pirsa Sûriyeyê li Misirê îro komcivînek tê çêkirin
Etîketan:
bûyerên dîrokî, Xîlafeta Osmanî, Baca Osmaniyan ji xelkê distend, Baca Osmaniyan, Tirkiye, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de