04:22 25 Gulan 2018
    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû îdiayên ku Îran pêşxistina bernameya nukleerî berdewam dike dubare kir

    Netanyahû: Peymana nukleerî li ser derewên Îranê çêbûye

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû îdiayên ku Îran pêşxistina bernameya nukleerî berdewam dike dubare kir û got, ‘Peymana P5+1ê ya bi Îranê re’ li ser derewên Tehranê hatiye kirin.

    Netanyahû piştî hevdîtina Serokwezîrê Japanê Şinzo Abe di civîna hevpar a rojnamevanî de diyar kir ku peymana ku di sala 2015an de bi beşdariya welatên Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanyayê (P5+1) bi Îranê re hatiye îmzekirin li ser bingeha derew û xapandinên Tehranê çêbûye.

    Netanyahû îdiayên ku Îran bi dizî bernameya nukleerî didomîne dubare kir û got, "Peymaneke xerab a li ser agahiyên şaş û derewên Îranê hatiye çêkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Îbrahîm Tatlises: Min dil daye AKPê, hewce bike serê xwe jî didim
    Parêzerê Trump çû û kesê bikeve şûna wî jî diyar bû
    Çavdêrên siyasî û gel hilbijartinên li parêzgeha Duhokê nirxandin
    Huda-Par: Bi ti partiyekê re rêkeftina me ya hilbijartinê ku encamekê bide çênebû
    Li Otlukbeliya Erzîncanê erdhej çêbû
    Li Amerîkayê balafireke leşkerî ket
    Etîketan:
    Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de