17:06 26 Gulan 2018
Xwenîşdanên li Ermenistanê

Paşinyanî bangî xwenîşanderan kir: 'Rêyan vekin'

© REUTERS / Gleb Garanich
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê xwenîşandanan li Ermenistanê Nîkol Paşinyan bangî hemû xwenîşanderan kir ku ji saet 16:00 bi saeta Moskowê hemû rêyan vekin da ku her kes bikare beşdarî mîtîngên êvarê bibin.

Serokê dijner Nîkol Paşinyanê ku di dengana li parlamentoyê de wek serokwezîr nehatibû hilbijartin û banga serîhildana sivîl kiribû ku di encamê de xwenîşander derketin û piraniya rêyên diçin Yêrîvana paytext, vîdeoyek li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir û bangek kir: "Ez bangî (xwenîşanderan) dikim ku hemû rêyan vekim da ku mirov bikarin werin mîtînga(18:00 bi saeta Moskowê)."

"YEK RÊ JÎ LI ERMENSITANA VEKIRÎ NEMA"

Herwiha Paşinyanî teqez kir ku xwenîşandanên îro naşibin ti xwenîşandana û got, "Ew bixwe îro li Ermenistan yek rê jî vekirî nema."

"ÇÛNÛHATIN RAWESTIYAYE"

Ermenistan Devlet Başkanı Serj Sarkisyan
© AP Photo / BURHAN OZBILICI
Serê sibehê Paşinyan û 3 hezar piştgirên xwe ber bi navenda Yêrîvanê ve meşiyabûn û ji ber ku wan rêya diçû balafirgehê jî girtibû, gelek rêwî neçar mabûn bi meşê biçin balafirgehê. Hîn jî li Yêrîvanê rêyên sereke û rêya balafirgehê girtî ne û çûnûhatin pûç bûye. Ji ber destwerdana xwenîşanderan jî metroya bajarî bi awayekî asayî naxebite.

Ji aliyê din ve, Parlamentoya Ermenistanê dê 8ê Gulanê careke din ji bo hilbijartina serokwezîrî bicive. Eger cara duyem jî serokwezîr bi piraniya dengan neyê hilbijartin, dê hilbjartin li welatî werin lidarxistin. Paşinyanî gotibû, eger hilbijartin pêk werin, dibe wan boykot bikin."

 

Bi heman mijarî:

'Dibe Rûsya baregeha xwe ya li Ermenistanê berfireh bike'
Azerbeycanê êrişî Artêşa Ermenistanê kir
Serokê partiya Ermenistanê: Divê kurd ji zû de bibûna dewlet
Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
Etîketan:
xwenîşandanên li Ermenistanê, Nîkol Paşinyan, Yêrîvan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de