01:39 26 Gulan 2018
Televîzyon

Siyasetmedaran di bernameyê de bi kulman li hev xist

© AFP 2018 / PHILIPPE DESMAZES
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Efxanistanê du siyasetmedarên beşdarî bernameyeke televizyonê dibin, pêşiyê bi nîqaşeke hişt heqaretan li hevdu dikin û paşê bi kulman li hevdu dixin.

Li Efxanistanê du siyasetmedarên ku beşdarî bernameyek televizyonê bûn, pêşiyê bi nîqaşeke tund hevdu rexne dikin. Herku tundbûna nîqaşê zêde dibe, ew herdu beşdarvan heqaretên wekî "xayin", "bênamûs", "kujer", "pîs", "wehşetkar" hevdu tawanbar dikin.

Di dawiya bernameyê ew minaqaşeya bi devkî vediguhere pevçûnê û herdu beşdarvan bi kulman li hevdu dixin. Mêvanê din ê bernameyê, pêşkeşvanê bernameyê û kesekî din bi zor û zehmetiyê wan ji hevdu vediqetîne.

Dîmenên nîqaş û pevçûna wan kesan li ser medyaya civakî ji aliyê hezaran kesan ve hat temaşekirin û parvekirin.

Etîketan:
siyasetmedar, Efxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de