17:01 26 Gulan 2018
Ermenistan

Çalekvanan balafirxane û hemû rêyên bajêr girtin

© REUTERS / Hayk Baghdasaryan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Ermenistanê piştî dengdayîna serokwezîrtiya li parlamentoyê çalekvanên dijberî hikûmetê balafirxane û hemû rêyên Yerîvanê girtin.

Li Ermenistanê protestoyên ku bû sedema îstîfaya Serokwezîr Serj Sarkisyan dewam dikin. Li gor nûçeya ajansa Reutersê, çalekvanan berê sibehê balafirxane jî di nav de hemû rêyên bajarê Yerîvanê girtin. Ti kes nikare têkeve bajêr û derkeve.

Piştî îstîfaya Serokwezîr Serj Sarkisyan duhî li Parlamentoya Ermenistanê dengdayîna serowkezîrtiyê hatibû lidarxistin. Serokê çalekvanan ku li kolanan tevlî çalekiyên protestoyî bibû Nîkol Paşînyan wek namzed hatibû nişandan lê dengê pêwist bi dest nexist.

Nîkol Paşînyan jî piştî dengdanê partiya desthilat bi şerê li hemberî gel tohmetbar kir û bangî gel kir ku dakevin kolanan. Paşînyan di axaftina xwe de got: "Sibê li hemû Ermenistanê grêva giştî îlan dikim. Sibê seet ji 08.15an pê ve hemû rê, kolan, metro û balafirxaneyan bigrin. Ez wek namzedê serokwezîrtiyê bangî hemû karmendên dewletê dikim, em grêvê îlan dikin."

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Ermenistanê nehat hilbijartin
Li Ermenistanê xwepêşandan bi hemû hêza xwe didome
Li Ermenistanê serokê dewletê û serokê muxalifan civiyan
Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir
Serokê Ermenistanê: Rewşa li welatê me gihîşt asta metirsîdar
Etîketan:
Çalekvanan li Ermenistanê hemû rêyên bajêr girtin, Nîkol Paşînyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de