16:53 20 Gulan 2018
    Serokwezîrê Rûsyayê Şinzo Abe- Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas

    Japonya dê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê nebe Qudsê

    © REUTERS / Majdi Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas de diyar kir ku ew ê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê ranekin Qudsê.

    Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de çû serdana Filistînê û bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas re hevdîtin pêk anî. Herdu serok li bajarê Ramallahê yê Filistînê li hevdu civiyan û di civînê de geşedanên dawî yên li Filistînê û peywendiyên di navbera herdu welatan de nirxandin.

    Serokwezîrê Japonyayê Abe diyar kir ku ew ê alîkariya xwe ya ji bo Filistînê bidomînin û destnîşan kir ku ew di meseleya Îsraîl û Filistînê de jî piştgiriyê didin çareseriya du dewletbûnê. Abe herwisa got, "Em Balyozxaneya Japonyayê ya li Tel Avîvê ranakin Qudsê."

    Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas jî bal kişand ser dostaniya herdu welatan û got, di çarçoveya sînorên sala 1967an de divê Dewleta Filistînê ya bi paytexta Qudsa Rojhilat were avakirin û wisa pirsgirêk were çareserkirin.

    Ebbas diyar kir ku di warê vê çareseriyê de ji bo bicihanîna biryarên rewa yên navdewletî jî ew amade ne hevkariyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê li hêzên deryayî yên Filistînê xistin
    Yekîtiya Erebî ji bo Filistînê bi Rewşa Awarte civînekê li dar dixe
    Li Filistînê rojnamevanekî hat kuştin
    Filistînê Hêza Zêrevanî ya Herêma Kurdistanê xelat kir
    Li Filistînê di xwepêşandanan de 2 zarok hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Serokê Filistînê, Serokwezîrê Japonyayê, Şinzo Abe, Mahmûd Ebbas, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de