17:24 23 Gulan 2018
    Balafira Îsraîlê

    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor îdîaya hinek berpirsên amerîkî, Îran ji bo êrişî Îsraîlê bike moşek vediguhestin baregehên leşkerî ku demek berê artêşa Îsraîlê ew bombebaran kirin.

    Sê berpirsên amerîkî di axaftina xwe NBC Newsê de gotin: "Êrişa baregehên leşkerî ya bajarê Hema û Heleba Sûriyeyê ji aliyê balafirên F-15 ên Îsraîlê pêk hat. Îranê çek vediguhestin bo baregehên leşkerî. Di nava çekên ku Îranê veguhestin de moşekên ji hewayê bo bejê, moşekên balafirşêk û çekên sivik hebûn."

    Li gor îdîaya du berpirsên amerîkî, Hêza Bejayî ya Îranê ew moşek ji bo li hemberî Îsraîlê bi kar bîne sewkî baregehên Sûriyeyê kirine.

    Hinek medyaya herêmî jî ragihandibû ku di êrişa 3 baregehên leşkerî yên Hema û Helebê de 26 çekdarên girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê hatin kuştin. Lê Îranê îdîaya bombebarana baregehên xwe drewandibû.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û balyozê Îranê li ser pêşxistina aboriyê civiyan
    'Îranê ji destpêkê ve derew kir, îmzekirina peymanê xetaya herî mezin a Amerîkayê bû'
    Rûsya: Pêdiviya belgeyên Netanyahû yên Îranê bi teyîtkirinê heye
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Îranê bersiv da Îsraîlê: Em ê bersivekê surprîz bidin û hûn pişman bibin
    Netanyahu, belgeyên ku Îranê bi nukleerê sûcdar dike çawa bidest xistiye?
    Etîketan:
    Êrişa balafirên Îsraîlê ya li dijî baregehên leşkerî, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de