14:16 23 Gulan 2018
    Balafira Îsralê F-15

    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên amerîkî teqez dikin ku Îsraîl xwe amade dike ku operasyoneke leşkerî li dijî Îranê pêk bîne û wan destnîşan kir ku Tel Avêv hewl dide piştgirî û alîkariya Washingtonê bi dest bixe.

    Rayedaran bal kişand ser êrîşa hewayî ya yekşema borî ya Îsraîlê li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê pêk anîbûn û di encamê de 24 leşkerên îranî hatibûn kuştin û herwiha hinek çek jî kiribûn armanc ku vê dawiyê Îranê ew wergirtibûn ku "ev jî nîşana wê yekê ye ku Îsraîl û Îran dê têkevin şerekî vekirî."

    Rayedarekî paybilind ji NBCyê re got, "di nav lîsteya ihtimalên êrîşên rasterast ên li seranserê cîhanê de, şerê Îsraîl û Îranê li Sûriyeyê niha li jora lîsteyê ye."

    Herwiha sê rayedarên amerîkî got ku "balafirên Îsraîlê yên F-15ê li bajarê Hemayê xist, piştî ku Îranê hinek çek dan wê baregehê ya ku leşkerên ji lîwaya 47ê ya Îranê û moşekên bejahî-hewayî lê bûn. Herwiha di encamê de 20 ji hêzên li wê derê hatin kuştin ku hinek serbazên payebilind jî di nav wan de bûn û û 30ên din jî di wan êrîşan de birîndar bûn."

    Li gorî wan rayedarên amerîkî, "Îsraîl ji bandora Îranê ya li Sûriyeyê cîran nîgeran e û di vê demê de ku Rûsya şerê hewayî li Sûriyeyê bi rê ve dibe, Îran şerê bejahî bi rê ve dibe. Herwiha Artêşa Îranê li her baregeheke sereke ya Rûsya û Sûriyeyê hene".

    Rayedarên amerîkî diyar kir ku Îran di van herdu hefteyên borî de gelek kargoyên leşkerî şandine Sûriyeyê ku tê texmînkirin, ew çekên di wan kargoryan ji bo piştgirtina hêzên bejahî di şerê Îsraîlê de werin bikaranîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Îranê pêşniyaz kir ku li dibistanan farisî û rûsî weke ‘zimanê dûyem' werin fêrkirin
    Hejmarek perlemantarên kurd nameyekê dişînin ji serokomarê Îranê re
    Trumpî derbarê Îranê de daxuyaniyek da
    Ji Trump daxuyaniyên Suriye û Îranê
    Rûsya: Wezîrên Tirkiye û Îranê wê dawiya vê heftê mijara Sûriyê biaxivin
    Etîketan:
    şerê Îsraîl û Îranê, êrîş, WashingtonTel Avêv, Amerîka, Sûriye, Hema, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de