01:39 26 Gulan 2018
Knesset

Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Parlamentoya Îsraîlê(Knessetê) xwendina amadekariyê ya pêşnûmaya qanûna neteweperwer a ku "Îsraîlê wek dewleta neteweyî ya gelê cihû" dinase pesend kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Knessetê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku qanûn bi 64 dengên 'erê' û 50 dengên 'na' xwendina xwe ya yekem anî cî. Pêşnûma niha dê bo komisyona taybet a Knessetê were şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îsraîl ew welat e yê ku "niştimana neteweyî ya gelê cihû ye û ew devera ku mafê çarenûsê yên welatiyên gelê cihû lê qayim bûye; Qudis paytextê Îsraîlê ye û zimanê wê yê fermî îbranî ye".

Herwiha di pêşnûmayê pêşbîn dike ku salnameya îbranî jî wek salnameya fermî bê hesibandin û cejnên cihûyan û roja serxwebûnê wek betlaneyên fermî bên ragihandin.

Parlementer Avi Dichter ku yek ji wan parlementeran bû yên ku ew pêşnûma amade kiribû got ku "ev begleyeke misogeriyê ye ku ji bo nifşên bê dihêlin."

Li gorî nûçeya Haaretzê, Knessetê li gorî pêşnûmaya pêşî, pêşnûmayeke 'nermtir' pejirandiye. Nexasim ku di pêşnûmaya yekem de nasnameya cihûtiyê nirxên demokratîk ên Îsraîlê di bin siya xwe de dihiştin.

Bi wê guhertina di pêşnûmaya de, peyva demokratîk ji belgeyê hat derxistin. Lê li gorî peyamnêrê Haaretzê, ev guhertin armanca pêşnûmayê ji nav bir. Ji ber armanca wê ew bû ku wan biryarên Dadgeha Dadweriyê ya Bilind kontrol bike yên dibêjin ku nirxên neteweya cihû di ser nirxên demokratîk re ne.

Peyamnêrê Haaretzê diyar dike ku madeyeke pêşnûmayê, tenê destûrê dide avakirina saziyên têkilîdarî cihûyan û herwiha zimanê erebî jî di şûna zimanê fermî de wek zimanekî taybet hat nasîn ku ev jî wiha tê nirxandin ku bi awayekî sembolîk be jî, li himberî îbranî hinekî nirxê erebî kêm bûye.

"EM NE NIJADPERESTÎ BE, NIZANIN NIJADPERESTÎ ÇI YE"

Parlamenterê ereb ê Knessetê Ehmed et-Tibi bertek da pêşnûmayê û ew wek "nijadperest" bi nav kir.

Tibî got, "pêşnûma du şêweyên welatiyan pêşbîn dike. Cihûyên ku mafên wan hene û komeke din heye ku destûra mana wan heye lê mafên wan tine ne. Herwiha Di pêşnûmayê de tenê gundên ku cihû dê li wan bijîn tên diyarkirin. Eger ev ne nijadperestî be, ez nizanim bê nijadperestî çi ye."

Parlamenterê ereb Henîn Zuibî jî bi daxuyaniyeke nivîskî got ku Îsraîl bi vê pêşnûmayê hewl dide ku xwe wek nûnerê hemû cihûyan ferz ike û îdîa kir ku" Îsraîl nikare li ser navê hemû cihûyên cîhanê biaxive, tenê dikare li ser navê siyonîstan biaxive."

Li gorî qanûnên Îsraîlê, çend qonax hene heta ku pêşnûmayek li parlamentoya Îsraîlê were qebûlkirin.

Pêşnûmaya ku dê bo parlamentoyê were şandin, pêşî ji aliyê Komîteya Wezaretê ya Berpirsyara Qanûndanînê ve tê qebûlkirin, piştî wê ew komîte wê pesend dike û wê dişîne Lijneya Giştî ya Knessetê. Ji bo ku ew pêşnûma were sepandin, divê sê caran li Knessetê were xwendin û deng ji bo wan werin dan.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Dewletên piştgirî dan êrîşa li Sûriyeyê, hatin neçarkirin
Pûtîn ji Macronî re: Bi êrîşa li ser Sûriyeyê, hiqûqa navdewletî hat binpêkirin
Sekreterê NY: Rewşa li Sûriyeyê nîşandana şerê sar e
Lavrov: Niyeta Amerîkayê tine ku ji Sûriyeyê vekişe
Mogherini: Tekane çareseriya qeyrana Sûriyeyê, çareseriya siyasî ye
Hevalbendiya Trump-Macron ku li ser wêrankirina Sûriyeyê hatiye avakirin
Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
Etîketan:
Welatê cihûyan, Knesset, Henîn Zuibî, Ehmed et-Tibi, Avi Dichter, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de