18:04 21 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu, belgeyên ku Îranê bi nukleerê sûcdar dike çawa bidest xistiye?

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîl bi belgeyên bidestxistiye Îranê bi hinceta bikaranîna nukleerê sûcdar dike, gelo Îsraîlê ev belge ji kuderê bi çi awayî peyda kiriye? Pisporên çekên nukleerê derbarê mijarê de hin agahiyên girîng parve kirin.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu îdia kir ku Îranê beriya peymana nukleerê ya sala 2015an û piştî wê ji cîhanê re derew kiriye. Herwiha gotinên Netanyahu li giştiyê cîhanê bû sedema nîqaşan. Serokê DYAyê Donald Trumpê ku di 12ê Gulanê de dê derbarê peymana nukleerê de biryara dawî bide, li paş gotinên serokwezîrê Îsraîlê sekinî û piştgirî da. Fransayê jî eşkere kir ku ewropa ji daxuyaniyên Netanyahu agahdar in û divê peymana nukleerê neyê paşguhkirin.

    Ya ku herî zêde tê meraqkirin Netanyahu belgeyên ku Îranê bi bernameya nukleerê sûcdar dike bi çi awayî bidest xistin e? Li gor agahiyên ku pisporên çekên nukleerê ji Reutersê re ragihandin, wek ku Îsraîl îdia dike ti veşartin û nepeniya belgeyan tuneye. Li gor van daxuyaniyan Îsraîlê beriya peymana sala 2015an de jî ji van belgeyan haydar bû, lê wek ku nû hatiye zanîn xistin rojeva cîhanê.

    Hin pispor jî îdia dikin ku Îsraîlê belge bi rêya înternetê hack kiriye. Rayedarê îsraîlî ku ji Rojnameya Timesê re axivî got: "Îstîxbarata Îsraîlê ya derve Mossad, di sala 2016an de xwe gihandiye bi hezaran belgeyan û hemû dizî ne."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu û Liberman
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Netanyahu dê îşev derbarê Îranê de daxuyaniyekê bide
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Etîketan:
    şer, bername, çek, nukleer, Reuters, Times, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de