20:50 20 Gulan 2018
    Balafira Îsraîlê

    Doç. Dr. Durre: Rûsya li dijî êrişa Îsraîl a li hemberî Îranê dernakeve

    © AFP 2018 / THOMAS COEX
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 30

    Mamostayê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Lêkolînên Herêmî ya Zanîngeha Ziman a Moskowayê Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre gengeşiya dawî ya Îran û Îsraîlê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Mamostayê Zanîngeha Moskowayê Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre îhtîmala şerê navbera Îran û Îsraîlê ji Spûtnîkê re nirxand û got: "Dema ku em dibêjin Îran, dewleteke ku li herêmê herî kêm 5 welatan kontrol dike, ne kontrol be jî bandora wê li ser wan pir zêde ye. Ev hêzbûna Îranê li Rojhilata Navîn Siûdî û alema sunî pir aciz dike û li gor tiştê xuyayî Îran û Îsraîl ber şerekî ve diçin. Nêrîna ku wê li hemberî vê tevgera Îranê tiştek neyê kirin pir şaş e ji bo ku gelek pirsgirêkên cidî yên Îsraîl û Erebistana Siûdî hene di vê mijarê de."

    ‘EGER REWŞ DIJWAR BIBE WÊ ÎRAN PAŞVE GAVAN BAVÎNE'

    Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre di axaftina xwe de got: "Helbet îhtîmala ku Îsraîl bi alema sunî re êrişî Îranê bike heye, lê divê em vê jî jibir nekin ku Îran jî ne welatî pir qels û ji rêzê ye. Dibe dema rewş dijwar bibe Îran di hinek mijaran de paşve gavan jî bavîne. Yanî nayê vê wateyê ku di her halî de wê Îran têkeve şerê germ. Serê pêşî tiştê ku ji destê wê were dê bike, lê dema ku kete ya dawî dikare polîtîkayeke ku 180 dereceyî vegera jî pêk bîne. Lê di her halî de wê hinek hewldanên ku Îran were astengkirin bêne avêtin. Ev hewldan çi ne? Îhtîmaleke mezin Serokê Amerîka Donald Trump wê ji peymana nûkleerî vekişe û dê mijar zelaltir bibe."

    ‘ÎSRAÎL LI HEMBERÎ ÎRANÊ WÊ ÊRIŞÊN NOQTEYÎ LI DAR BIXE'

    Pisporê Rojhilata Navîn Îkbal Durre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek min got îhtîmaleke mezin wê Trump ji peymanê vekişe û li hemberî Îranê çend êrişên noqteyî pêk werin. Tabî ev mudaxele dê ne wek mudaxeleyeke berfireh, zêdetir wê li hemberî noqteyan êriş werin lidarxistin. Yanî em dikarin bêjin bê Îsraîl niha li hemberî Sûriyeyê çawa êrişên noqteyî li dar dixe, ji bo cepheyekî berfireh ê şer vene be îhtîmaleke mezin mudaxeleya Îranê jî dê wiha be û wê tenê li hemberî noqteyên diyarkirî were lidarxistin."

    ‘RÛSYA JÎ JI BANDORA ÎRANÊ ACIZ E'

    Îkbal Durre di dirêjiya nirxandina xwe de ji bo axaftina şevê din a Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û helwesta Moskowayê got: "Em dikarin bêjin axaftin ki bo meseleya navborî ye û Rûsya nikjare vê mijarê piştguh bike. Helwesta Rûsyayê her çi qas wek ku li hemberî herdu aliyan eynî xuya bike jî, di êrişeke li dijî Îranê de wê bersiveke berbiçav nîşan nede û piştgiriya Îranê neke. Diyarî çav Rûsya û Îran wek hevalbend xuya dikin, lê di meseleya Sûriyeyê de pirsgirêkê wan hene. Her diçe rola Îranê li Sûriyeyê zêde dibe û ev yek her çi qas bi zimanekî vekirî neyê gotin jî li hisabê Rûsyayê nayê û ji vê aciz e."

    ‘EGER ŞER DERKEVE RÛSYAYÊ PIŞTGIRIYA ÎRANÊ NAKE'

    Durre got: "Şikandina bandora Îranê li herêmê bi taybetî jî li Sûriyeyê ji aliyê kê were kirin ferq nake dê li hisabê Rûsyayê jî were. Rûsya bi eşkere piştgiriya êrişa li hemberî Îranê nake, lê wê li dijî êrişê jî dernekeve û çavê xwe jê re bigre. Divê em vê jibîr nekin ku ti hêviyeke Îranê ji Rûsyayê jî tuneye. Çimkî Îran jî di nav xwe de vê meseleyê dinirxîne û dibêje ‘raste di hinek mijaran de em û Rûsyayê wek hev difikirin, lê eger têkeve ya dawî wê Rûsya hevaltiya welatên rojavayî hilbijêre'. Wek mînak bêjin di teslîmkirina pergala parastina moşekên S-300î de jî ev derket holê. Ji ber guvaşên welatên rojavayî yên ekonomîk moşekên S-300î di dema wan de teslîm nekiribû. Di navbera Îran û Rûsyayê de ti têkiliyên kur tunene. Eger şerek derkeve Rûsya wê hevaltî û piştgiriya Îranê bike, tiştekî wiha tuneye. Yanî dê wek bêteref bimîne, lê ji aliyê din ve wê bixwaze ku bandora wê li herêmê were şikandin."

    DI ÊRIŞA LI DIJÎ ÎRANÊ DE WÊ HELWESTA TIRKIYEYÊ ÇI BE?

    Mamosta Durre di dawiya axaftina xwe de ji bo rola Tirkiyeyê ya li hemberî mudaxeleya Îranê got: "Tirkiye hetanî bikaribe wê nekeve nava şerê germ. Tabî divê em vê jî jibîr nekin ku Tirkiye welatekî endamê tifaqa NATOyê ye û her dem helwesta wê dê li aliyê piştgiriya tifaqê be. Ev yek li hisabê wê neyê û nexwaze jî şens û bijarteyeke wê din tuneye. Mecbure bi NATOyê re tevbigere."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Îsraîlê erka îlankirina şer da Netanyahu û Liberman
    Pompeo: Li gor belgeyên Îsraîlê bernameyeke nûkleerî ya Îranê heye
    Yekem daxuyaniya Îsraîlê li ser êrîşa li dijî Sûriyeyê
    Li Romanyayê krîza Îsraîlê: Serokomar îstîfaya serokwezîr xwest
    Artêşa Îsraîlê li hêzên deryayî yên Filistînê xistin
    Etîketan:
    îhtîmala êrişa Îsraîl a Îranê, Mehmet Emîn Îkbal Durre, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de