20:57 22 Gulan 2018
    Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ehûd Olmert

    Olmert: Em ê li ser piştgriya daxwazên kurdan berdewam bin

    © AP Photo / Abir Sultan, Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ehûd Olmertî diyar kir ku welatê wî dê li ser piştgiriya daxwaza kurdan a bidestxistina dewletê li welatên ku li wan dijîn berdewam be û got, "hemû rageşiyên li Rojhilata Navîn hene, sedema wan Îranê ye".

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, "Bêguman Îsraîlê dilxwaza pirsa kurdî ye û ez bawer dikim ku Îsraîl dê li ser piştgirtina daxwaz û viyana kurdan li herêmên berdewam be."

    Hêjayî gotinê ye ku Îsraîl tekane welatê herêmê bû ku piştgirî dabû referadnûma serxwebûna Kurdistanê li gel ku welatên din ên herêmê û Washingtonê jî li dijî wê derketibûn.

    Olmertî got, "bêguman rewşa li Rojhilata Navîn bi giştî rageş e û sedema wê jî, hewlên Îranê ne ku hevahengiyeke zêdetir li herêmê bi dest bixe da ku da ku karên xwe yên terorê berdewam bike, nexasim li gel rêxistina Hemasê ya filistînî."

    Herwiha serokwezîrê îsraîlê got, "mixabin Amerîka niyet dike ku ji Sûriyeyê vekişe ku ev jî dijê daxwazên me ne ji bo em Îranê li herêmê asteng bikin."

    Têkilîdarî DAIŞê de jî Olmertî got, ev rêxistin hatiye biçûkkirin lê hişyar da ku hîn jî tehdîd e û bi dawî nebûye.

    Bi heman mijarî:

    'Karwaneke amerîkî ji 65 tiran pêk tê ji Herêma Kurdistanê gihişt Rojava'
    Koçberên mûsilî ji tirsa DAIŞê dîsa vedigerin Kurdistanê
    Ebdulla: Tirkiyeyê heta niha ti bersivek nedaye Iraq û Kurdistanê
    PAK: Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin
    Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn
    Etîketan:
    DAIŞ, Ehûd Olmert, Sûriye, Îsraîl, Amerîka, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de